AMED - Em wekî rojnamegerên ku bi salan e têkoşîna Leyla Guven a bi salan e dişopînin, niha jî em dibin şahid ku karanfila ji deste wê hat girtin çaw dest bi dest digere û belav dibe. Em dibin şahid ku ev çalakî çawa belav dibe.
Helbestkar Edîp Cansever di helbestek xwe de dibêje; "Dilê de bi wê karanfîlê ve ye vaye ez didim te / Tu jî digire û dide yeke-î din, ev bêtir xweşiktir e / Ew ê din heye, ew jî dide yek din / Wisa karanfil ji destekî digêje destê din û belav dibe / Hûn dibînin em bi tere hezkirinekê mezin dikin / Ez digêjim te ez germî te dibim, ev ne ew e / Binere heft rengê wekî ku di rengê spî de winda bibe / Em tev bêdeng dibin yek" Bi vê helbestê belavbûna hezkirinekê vedibêje, rengê têkşînê digîne hev tîne ziman. Hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Leyla Guven, li Zindana Amedê di 8'ê Mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dema ku Guven nû dest bi vê çalakiyê kir ev helbesta hatibû aqilê min. Leyla Guven ew karanfîl girt destê xwe û da destê din. Wisa ji destekî ket destê din û belav bû ev evîn.
ROJNAMEGERÎ HEM BERPIRSIYAR E RASTIYÊ BÊJE HEM JÎ ŞAHIDA DÎROKÊ YE
Rojnamegerî hem berpirsiyar e rastiyê bîne ziman, hem jî dibe şahidê dîrokê. Dîsa wekî şahidê dîrokê jî tê nasîn. Hin caran di nava jiyana rûtîn de her tim neyê bîra me jî, êşên tên jiyîn, êrîşên pêk tên, em di nava têkoşînê de dibin şahid. Di rewş û kêliyên wisa de navê ku jiyana wan di nava têkoşînê de derbas dibe tê hişê me. Dema min ewil li Amedê dest bi rojnamegeriyê kir, min Leyla Guven nas kir.
XERABÊ BAVA VE LEYLA GUVEN
Dema Leyla Guven tê gotin, ewil dîmenê wê yê li Gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ku hefteyekî hatibû dorpêçkirin tê bîra min. Eskerên ku şev nîvê şevê bi ser gund de girtin, weki salên 1990'an gundî li qada gund kom kiribûn û di îşkenceyê re derbas kiribûn. Piştî îşkenceyê gelek binçav kiribûn. Piştî me bûyer bihîst wekî rojnameger ji bo em fêr bibin li van gundên qedexe lê hatiye îlankirin çi bûye fêr bibin, me berê xwe da gundê Xerabê Bava. Piştî me gelek heyetên din jî ji bo li gund lêkolîn bikin ji bajarên der û dorê ketin rê. Heyetên ku hatin gelek caran xwestin bimeşin gund, lê ji aliyê eskerên ku barîkat li ser rê danîbûn ve hatin rawestandin. Bi hefteyan gund di bin dorpêç û barîkatan de ma.
Her çend gelek kes û heyet hatin û çûn jî lê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven her tim li herêmê mabû. Li aliyekî ji bo em qedexeya li ser gund bêtir bidin xuyakirin me niqaş dikir, li aliyê din pirsgirêkên telefon, înternetê jî berdewam dikir. Di vê navberê de Leyla Guven nokteya ku înternetê dikişîne nişanî me dabû. Dîsa Leyla Guven em gîhandibûn kesê ku bi zorê xwe ji dorpêça gund rizgar kiribû.
Leyla Guven di demeça xwe ya der barê geşedanên li herêmê de gotibû "Di salên 1990'an de her tişt hatin ceribandin. Pêkaninên nehatin ceribandin nema. Îşkenceya li Gundê Xirabê Bava pêk hat, pêkanênên salên 1990’an qat bi qet derbastir kirine. Piştî salên 1990'an ev welatî neçar man ji gund derkevin. Piştre dîsa li gundên xwe vegeriyan û ji nûve ava kirin. Niha dîsa xaniyên wan tên xerakirin" û qala gavên aştiyane kiribû.
JI WÊ ROJÊ HETA ÎRO...
Piştî geşedanên li Gundê Xerabê Bava ket rojevê û qedexe bi dawî bû yekem jina çû gund Leyla bû. Yekem jina ku gundî hembêz kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir Leyla Guven bû. Ez wê demê bûm şahid ku Leyla çawa welatî hembêz dikir. Niha jî dibim şahid ku gula di destê wê de çawa li destan belav dibe. Karanfila Guven li Hewlêr, Strasburg, Gallerê belav û û ji wir gihişt girtîgehan.
Me wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya biryar da ku em biçin Leyla Guven ziyaret bikin. Em cara yekem diçûn mala Guven. Em li ber mala wê rastî ablukaya zêde ya polîsan hatin. Dema em rastî vê ablûkayê hatin hîsa "Em hatine navnîşana rast" bi mere çêbû.
Dema em ketin hundir, wekî her ziyaretvanî me jî ji mecbûrî destê xwe dezenfekte kir û pişte galoş xist piyê xwe û maske xist devê xwe. Keça Guven Sabiha refaqetvanê ku bi Guven eleqeder dibin em çawa tev bigerin bi mere parvekirin. Em derbasî odeyê bûn. Leyla Guven, ji bo me tevan bibîne xwest doşeka xwe bilind bike. Kelecanek pir mezin ji çavê wê dibariya. Yek bi yek navê me got û pirsa me kir. Piştre bi awayekî aram û peyv bi peyv axivî.
MIN GURBETELÎ Û DENİZ DİTIN...
Zêdebûna hêjmara me ew bêtir xistibû nava kelecanê. Li gel zexten ew qas zêde hêjmara me ya zede ya çapemeniya azad, kelecana wê zêdetir kiribû. Got dema min hûn dîtin wekî Gurbetelîyan (Gurbeteli Ersoz), Denizan (Deniz Fırat) bibînim. Bi qasî kêliyekê nekarîbû hêsirên çavên xwe rawestine. Got "Ew qas kes hatin dîtin û ziyareta min, lê ez yekem car ew qas hestiyar bûm."
'EZ DIZANIM EZÊ ROJÊN XWEŞ BIBÎNIM'
Guven, di ziyaretê de got, 'Dema min nû li dijî tecrîdê dest bi çalakiya grevê kir, yên rojava gotin 'Rojeva Tecrîdê ji ku derket?' Em wekî jinên kurd me ev tecrîd dît û em jiyan. Min jî nasnameya xwe bikar anî û biryar daku çalakiyek bi vî rengî pêk bînim. Min wekî rêhevala Mehmet Tunç, Sêvê dest bi vê çalakiyê kir. Ez bawer dikim ku ezê bi ser bikevim. Ez pir dixwazim wan rojên xweş bibînim. Ez bawer dikim ku ez van rojan bibînim.
Dema ez hatim girtin rojnameger nehatibûn girtin. Lê nameyên ku we şandin min girtin.
Di nava me ziyaretvanan de Zerya ya 1,5 salî jî hebû. Eleqeyek mezintir nişanî Zerya da. Tika kir û got: "Bi ziyaretvana min a herî biçûk re wêne bikişînin." Piştî wêne hatin kişandin, me wekî rojnamegeran diyar kir ku emê şopdarê pêvajoyê bin û dengê wê bêtir bilind bikin û em ji malê veqetiyan.
Pişti em daketin jêr û me xwest li ber apartmanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, em dîsa rastî artêşek polîs hatin. Em dîsa bûn şahidê berxwedanek mezin.
MA / Dicle Muftuoglu