STENBOL - Li Navçeya Sultangazî ya Stenbolê 4 kesên nasnameya wan nediyar bi ser malbatek sûriyeyî de girtin û di malbata Sûriyeyî de kesek bi giranî birîndar kirin.
Li taxa Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê şevê din saet di derengê şevê de 4 kesên nasnameya wan nehat diyar kirin bi ser malbatek sûriyeyi de girtin. Kesên çekdard ên saet di 00.30'an de bi ser malbata Sûriyeyî ya 7 kes lê dijîn de girtin, di malê de welatiyekî Sûriyeyi bi giranî birîndardar. 4 kesên êrîşkar piştî welatiyê sûriyeyî bi giranî birîndar kirin ji malê reviyan. Piştî bûyerê kesê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku rewşa welatiyê Sûriyeyî yê birîndar bû giran e. Polîs piştî bûyerê hatin lêkolîn kirin û li delîlan geriyan.