ÊLIH - 27 sal in kiryarên nûçegihanê Êlihê yê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn nehatine dîtin. Dayik Turkan Altûn got: "Rojnamevanên birûmet nehiştin pênûsa kurê min bikeve erdê."
Nûçegihanê Êlihê yê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn, di 24'ê Sibata 1992'yan de wexta diçû kar bi êrîşeke çekdarî hat kuştin. Berî bê kuştin Altûn ji ber nûçeyên xwe yên der barê têkiliya dewletê û hizbûllahê de, hedef hatibû girtin. Wê demê kesên nenas telefonî wî dikirin û jê re digotin: "Em ê berê devê te û serê te bidin."
Di sala 1993'yan de Îsmaîl Emsen li ser rêya Amed-Mêrdînê, di dema kontrolkirinê de tevî demançeyeke bêruxset hat girtin. Fîşekên Altûn pê hatibûn kuştin û fîşekên demançeya li ser Emsan hat zevtkirin heman fîşek bûn. Emsen di îfadeya xwe de got, ji bo xwe biparêze wî demançe ji birayê xwe Metîn Emsen girtiye. Paşê Emsen, ne ji ber kuştina Altûn ji ber "demançeya bêrêxset" hat girtin û piştî demeke kurt hat berdan. Lê belê polîsan Metîn Emsen nedît. Û 27 sal in kiryarên cinayeta Altûn nehatine darizandin.
Dayik Turkan Altûn, anî ziman ku ji ber kurê wê têkiliya di navbera dewlet û hîzbûllahê de derxistiye holê hatiye kuştin û got: "Piştî kuştina kurê min, kurê cînareke me jî hat kuştin. Zêmarên diya wî hîn jî di kerika guhê min de ne, digot 'Kurê min kuştin. Ma rojnamevanek wekî Cengîz Altûn tune ye ku kiryarên kurê min aşkere bike.' Ji ber Cengizê min ev rastî aşkere kirin hat kuştin."
'JI BO HEQÎQETÊ'
Altûn, anî ziman ku kurê wê gelek caran hatiye îşkencekirin û got: "Carinan hin kesan telefonî mala me dikirin. Di telefonê de dengê çekan dihat, lê Cengiz guh nedida wan û karê xwe dikir. Hem karê xwe dikir hem jî rewşa zarokên di ava çem a genî de nexweş diektin dinivîsand. Kurê min ji bo azadiya vî welatî rojnamevanî dikir. Doza w, doza heqîqet û têkoşîna ji bo rastiyê bû. Ji dil û can karê xwe dikir. Carinan li ber diketim. Min jê re digot, çima tu vî karî dikî. Wexta min wisa digot, wî jî digot 'Dengê gelê kurd nayê bihîstin, divê ev rewş bê vegotin û herkes bibihîse. Ger neyê vegotin wê ev zilm dewam bike. Divê em ji vê re bêjin êdî bes e, divê em bêtir bixebitin.'"
'RASTIYÊ BINIVÎSÎNIN'
Altûn, destnîşan kir ku wexta nûçeyên kurê wê dibûn manşet pir kêfa wî dihat û bi birayê xwe re parve dikir. Dayik Altûn got: "Êvarekê hat malê. Pir kêfxweş bû. Birayê xwe Şivan hemêz kir û maç kir. Digot 'Şivan, sibê nûçeya me dîsa manşet e.' Ev kenê wî tê ber çavê min. Wexta ez rojnamevanên didin pêyî rastiyê dibînim, kurê in tê bîra min. Kurê min dixwest zilma li ser kurda biqede. Ji bo vê hat kuştin. Ji bo ev xwîn bisekine, hat kuştin. Hemû rojnamevanên kurd, ciwanên kurd kurê min in. Ne tu ne jî yên din hûn dev ji xebata xwe bernadin. Heta niha nehiştin pênûsa kurê min bikeve erdê. Wê nehêlin sibê jî bikeve. Bi vî awayî wê kurê min qet neyê jibîrkirin."
'EZ JI BO WE DUA DIKIM'
Altûn, destnîşan kir ku wê çaxê gelek rojnamevan ji ber rastî dinivîsandin hatine kuştin û got: "Niha jî ew zilm heye. Niha jî gelek rojnamevanên wekî kurê min rastiyê dinivîsînin tên girtin an jî doz li wan tê kirin. Ez her roj ji bo we dua dikim. Xwedê alîkariya wan bike."
Altûn, bilêv kir ku wexta xebera kuştina kurê xwe bihîstiye bawer neke-iriye û got: "Em çûn nexweşxaneyê. Li her derî polîs hebûn. Birayên Cengizê min bi ser polîsan de dikirîn qîrîn. Digotin 'kî birayê me kuştiye?' Polîsan jî digot 'me nekuştiye.' Belkî wî nekuştibe, lê niha hemû dinya dizane kî kuştiye. Nêzî 50 hezar kes tev li merasîma cenazeyê kurê min bûn. Belkî kurê min ew nas nedikirin. Belkî ên hatibûn wir jî gelek jê kurê min nas nedikirin. Lê ew mirov baş dizanibûn kurê min bi şerefa xwe jiya. Loma herkes li wir bû. Hîn jî nehatiye jibîrkirin. Lê biner va hûn hatine, belkî sibê hin rojnamevanên din bên. Êdî bes e, divê ev xwîn bisekine. Bila ev zilm bidawî bibe."
'PÊNÛSA WÎ DI DEST ROJNAMEVANÊN BIRÛMET DE YE'
Dayik Altûn, anî ziman ku ji cixareya kurê wê bigiere heta nîşeyên wî hemû veşartine û got: "Lê biner di hundurê vê qutiyê de nûçeyên wî hene. Nîşeyên wî yên dersê, pakêta wî ya cixareyê, wêneyê wî yê dawî. Berê saeta wî jî hebû. Lê belê komeleyeke li Îzmîrê ji bo muzeyê xwest me jî da wan. Hîn jî eşyayên wî li cem min in. Carina nderdixim û li wan dinerim. Pêlavên wî, kincên wî hebûn. Paşê min ew şûştin û dan rojnamevanekî. Niha pênûsa kurê min di dest rojnamevanên birûmet de ye."
MA / Metin Yoksu