EDENE – Zelîha Ûstabaş a hemşînî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Ev faşîzma bûye bela serê me ancax li ber Îmraliyê dikare bê rawestandin."
Hevseroka Konreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Zelîha Ûstabaş ku li Girtîgeha Jina ya Sîncanê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û careke din armanca çalakiyê bi bîr xist.
‘MIN BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PARASTINA XWE KIR 12 SAL CEZA LI MIN HAT BIRÎN'
Ûstabaş, di sala 1991'ê de li Hopaya Artvînê hatiye dinê. Ji ermeniyên hemşînî ye. Li zanîngeha Egeyê Beşa Matematîkê kuta kiriye. Di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û hat xwestin 8 sal ceza lê bê birîn. Ûstabaş, bi bîr xist ku wê li dadgehê bi hemşînî parastina xwe kiriye û ji ber bi zimanê xwe yê zimakî parastina xwe kiriye dadgehê wê bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kiriye û 12 sal ceza lê biriye.
Ûstabaş, di nameya xwe de diyar kir ku berê ew qet neketiye grevên birçîbûnê yên demdirêj. Ûstabaş, anî ziman ku ew li ber vîna çalakgerên di greva birçîbûnêd e heyr maye û ew jî tev li çalakiyê bûye. Ûstabaş, bilêv kir ku rewşa tenduristiya wê baş e û moralê wê bilind e.
‘KUÇE LI BENDA ME NE'
Ûstabaş, bal kişand ser tecrîdê û got: "Ev tecrîd ji Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye. Dewlet xwe li ser vê ava dike. Lê belê ev yek encama neavakirina me ya meclîs/komunan e û encama Cizîr, Sûr û Nisêbînê ye. Wê daxwaza me kevira ewil a domînoyê ye û wê hemû keviran birûxîne. Zamyatîn dibêje 'saeta wêjeyeke zînde ne li gor duh û niha, li gor sibê eyar dike. Wekî keştîvanê ku çûye ser dîreg. Li ser dîreg keştiyên noq bûne, çiyayên qeşayê û firtoneyan dibîne. Lê belê ên li guverteyê hay ji vê tune ne.' Heta edebiyata zindî Rêber Apor, nebêje ez derketime serê dîreg wê ev yek enqede. Çalakî peyam e. Di hevdîtina 12'ê Çileyê de Rêber APo got 'tecrîd li her derî ye.' Divê hemû kesên antîfaşîst tecrîdê bişikîne. Ev çalakî, çalakiya bilidnkirina saeta îsyanê ye. Kuçe li benda me ne. Ev faşîzma bûye bela serê me ancax li ber Îmraliyê dikare bê rawestandin."
MA/Hamdullah Kesen