'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'

  • rojane
  • 09:01 24 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL – Seyhan Çîçeklî ku 61 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Leylayê agir vêxist, min jî bi vî agirî meşaleya xwe pêxist û ber bi serketinê ve dimeşim." 
 
Ji bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi pêşengiya Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya hat destpêkirin di roja 109'an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Seyhan Çîçeklî ku li Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye peyamek şand. 
 
Çîçeklî, anî ziman ku tu hêviya wan ji pergala hiqûqê ya dewletê tune ye û got: "Pirsgirêka me ne çend dosyeya ne. Pirsgirêk, pirsgirêkek bingehîn e. Li welat faşîzmeke dijwar heye û welat ber bi çiravek ve diçe. Li dijî vê faşîzmê û bi taybetî jî li dijî tecrîda li Îmraliyê hêrseke mezin heye. Niha li girtîgehan zêdetirî 300 hevalên me, bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ez jî 61 roj in di greva birçîbûnê de me. Tenê ne li zindana, li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê îsyan û grevek heye." 
 
JIYANEKE ALTERNATÎF 
 
Çîçeklî, bi bîr xist tenê ji bo daxwazekê ketine greva birçîbûnê û got: "Divê tecrîda 20 salan a li er Ocalan bi temamî bê şikandin. Rêveberiya faşîst a tirk bi salan e bi her awayî bi ser Rêberê me de diçe. Her diçe tecrîd tê girankirin. Di şexsê Serokatî de hemû gel tên tecrîdkirin. Çimkî Rêber, ne kesek e, xweddî nasnametiyeke rêbertiyê ye. Lê tevî hemû şert û mercên tecrîdê jî 20 sal in diafirîne û bûye xwediyê jiyaneke alternatîf. Bi afirnadinên xwe bûye ronahiya gel." 
 
‘GER TECRÎD BÊ PERÇEKIRIN WÊ FAŞÎZMÊ JÎ BÊ PERÇEKIRIN' 
 
Çîçeklî, diyar kir ku mînaka herî berbiçav a vê projeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê. Çîçeklî got: "Erdogan û alîgirên wî bi tecrîdkirina Rêber dixwazin vê jiyanê asteng bikin. 3 sal in kurd û gelên din bi berxwedaneke dîrokî li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Gelek bedêl hatin dayîn û hîn jî tên dayîn. Em girtiyên PKK-PAJK'î ji bo tecrîda li ser Rêbertî bi temamî bê perçekirin û ji bo faşîzm bê perçekirin me dest bi greva birçîbûnê kir." 
 
‘MIN MEŞALEYA XWE PÊXIST BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞIM' 
 
Çîçeklî, diyar kir ku jin rola xwe ya dîrokî dilîzin û got: "Niha faşîzm herî zêde ji jinan ditirse. Di şexsê Heval Leyla de careke din derket holê ku wexta jin bixwazin tu pergal tune ye ku neyê rûxandin. Wek jinekê min jî meşaleya xwe bi agirê ku Leylayê vêxist pêxist û ber bi serketinê ve dimeşim."
 
Çîçeklî, bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û diyar kir ku dewlet dixwaze wekî berê çalakgerên di greva birçîbûnê de bixapîne. Çîçeklî got: "Em girtî û gel vê yekê qebûl nakin. Heta tecrîd neyê perçekirin em ê nesekinin. Agirê ku Leyla pêxist her diçe berbelav dibe. Wê ev agir hem tecrîdê hem jî faşîzmê bişewitîne û birûxîne." 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Çîçeklî, anî ziman ku her diçe baweriya wan a ji bo serketinê xurtir dibe û got: "Çi dibe bila bibe wê Rêbertî biçe ser sûrên Amedê. Wê çaxê dê moral, coş û heyecan jî temam bibe. Eger ji bo vê bedêl bivê ez amade me, em amade ne. Serketin teqez e! Azadî teqez e!" 
 
‘MORALÊ ME BAŞ E' 
 
Her wiha Çîçeklî, destnîşan kir ku tenduristiya wê baş e û got: "Serêşî û bêxewî heye. Çerm diweşe. Her roj ji bo kontrolê diçim revîrê. Ew hîn jî nayên odeyê. Li odeyan du kes dimînin. Jixwe bi vî awayî em tên tecrîdkirin. Ji roja min dest bi grevê kiriye ji ber lêpirsîna dîsîplînê mafê min ê sohbetê hat rawestandin. Ez nikarim hevalên din bibînim. Lê dîsa jî moralê me baş e." 
 
Çîçeklî got: "Niha em girtî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di grevên birçîbûnê de ne. Lê belê hema bêje li her derî her roj îsyan heye. Di grevê de ji xwe her kes di çalakiyê de ye. Lê têr nake. Loma divê em bal bikişînin ser prisgirêka hîmdar. Ji bo ev hemû bên çareserkirin divê tecrîda li ser Rêbertî bê şikandin. Divê herkes dengê xwe bilind bike û rewşa heyî qebûl neke. Em bi awayî giştî û rêxistinbûyî dikarin faşîzmê birûxînin." 
 
MA / Sadiye Eser
 
 

Sernavên din

27/02/2019
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike