* Seyhan Çîçeklî ku 61 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Leylayê agir vêxist, min jî bi vî agirî meşaleya xwe pêxist û ber bi serketinê ve dimeşim."
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, îtifaqa ku AKP-MHP û Partiya ÎYÎ'yê çêkirine nirxandin û gotin: "Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye."
* Wê Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê di 6-10'ê Adarê de bê lidarxistin. Wê di mîhrîcanê de 33 fîlm û belgefîlm bên nîşandan.
* Zelîha Ûstabaş a hemşînî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Ev faşîzma bûye bela serê me ancax li ber Îmraliyê dikare bê rawestandin."
* Mervan Sûngûr ku 50 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: "Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji rêya xwe bernedin."
* 27 sal in kiryarên nûçegihanê Êlihê yê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn nehatine dîtin. Dayik Turkan Altûn got: "Rojnamevanên birûmet nehiştin pênûsa kurê min bikeve erdê."
* Xwişka Nîmet Sevîm ê ku li Strasbûrgê 70 roj in di greva birçîbûnê de ye Şehzade Anar, diyar kir ku ev hezar salin ew tên tecrîdkirin û got: “Ev Rêber 40 sal in rêya ronî li ber me xistiye. Divê êdî em jî bi sed hezaran dakevin kolanên Amedê û bêjin êdî bes e."
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Rihayê Parêzer Mûstafa Vefa ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê yên li girtîgehên Rihayê dişopîne, diyar kir ku ji girtiyan 3 jê nikarin derkevin hevdîtin û li gelekan jê jî gêjbûn, bêhalî, bêxewî, zihîfbûn peyda bûye.
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû gotin: "Ger bivê em ê tevî gelê xwe bi bêr û biviran karê xwe bikin. Em ê hêza xwe ya cewherî bi kar bînin."
* Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin.
* Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ulke yê Êlihê Cengîz Altun dê îro di 27’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe bê bibîr anîn. (11.00)
* Komeleya Demokratîk a Xwendekaran a zanîngeha Dîcleyê de bi dirûşmeya "Xwendekaren azad û zanîngeha demokratîk" şaniyekê pêk bînin. (13.00)
* Di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de jin dê li Fatihê bi ermaneyê bimeşin. li Bakirkoyê jî de şahiyekê pêk bînin. (13.00-15.00)