AMED – Înîsiyatîfa Ronakê ji bo nivîskar Sîdar Jîr gotûbêjek li dar xist. Jîr, di gotûbêje de diyar kir ku rojnameya Azadiya Welat ji bo wan dibistanek bû û divê nivîskar êşa civaka xwe binivîsine û lazim e li gorî kodên civaka xwe lehengên xwe biafirîne.
Înîsiyatîfa Edebiyat û Zanistê ya Ronak ku ji aliyê xwendekar û ciwanên kurd ve li Stenbolê hat avakirin, li Amedê gotûbejek li dar xist. Mêvanê gotûbêjê nivîskar Sîdar Jîr bû. Gotûbêj, li Amedê li kafeyek pirtûkan bi moderatoriya Rojarya hat lidarxistin. Gelek nivîskar û xwîner beşdarî gotûbêjê bûn.
AZADIYA WELAT DIBISTANEK BÛ
Nivîskar Sîdar Jîr, di gotûbêjê de axivî û diyar kir ku ji bilî rojnameya kurdî û kovara kurdî tiştekî ku nifşên wê deme pê têr bikin tune bû û got: “Rojname û kovarê neçar dima ku di warê kurdî de kurdan perwerde bike. Ji bo me wek zanîngehê bûn. Rojname û kovar xwedî mîsyonên gelek girîng bûn. Azadiya Welat wek dibistanekê tev digeriya. Her çi qas rojnameyek siyasî bû, ewqas jî wêjeyî û çandî bû. Hemû sazî û dezgehên kurdan dixist nava tevgerê. Me hemûyan ji rojnameya kurdî dest pê kir. Tesîr li ser hemû nivîskarên kurd kir. Rojname tenê ne rojname bû. Her wezîfe didît. Wêjevan bi awayekî çalak di nava xebatê de bûn. Heke di şûna me de kîjan netew bûya dê bandora rojnameyek wiha li ser wan bikira.”
‘DIVÊ NIVÎSKAR ÊŞA CIVAKA XWE HÎS BIKE’
Jîr, destnîşan kir ku nivîskar û hunermend endamên civaka xwe ne û got: “Civak tesîrê li ser nivîskarên xwe dike. Civak tesîrê çawa li nivîskarên xwe dike? Civak li gorî kodên xwe çandî û mîtoljîk tesîrê li nivîskarên xwe dike. Dema tesîrê li nivîskar kir wê deme nivîskar neçar dimîne û li ser meseleyên civakê difikire. Êşa civakê dide dilê nivîskar û neçar dimîne binivîsine. Dema nivîskar êşa civaka xwe hîs kir, di dilê xwe de dijî. Divê hunermend an jî nivîskar ji kodên civakê baş fêm bikin.”
‘EDEBIYAT JI BO CIVAKÊ BELGEYEK ZINDÎ YE’
Jîr, da zanîn ku lehengên dibin mijara nivîskariyê her tiştî diyar dikin û got: “Kodên civakê û edebiyat di nav hev de ne. Dema nivîskar dixwaze lehengên xwe biafirîne divê ji nava civaka xwe biafirîne. Tu çi qasî kodên civakê zeft bikî, tu yê hewqas jî civaka xwe binivîsînî. Edebiyat ji bo civakê belgeyek zindî ye. Ji bo tu bikaribî civaka xwe baş bidî nasîn, wêje amûreke sereke ye. Wê demê jî divê tu lehengên xwe biafirînî, li gorî çanda civaka te bin.”
‘DIVÊ LEHENG JI ME BE’
Jîr, anî ziman ku nivîskarên biyanî li gorî civaka xwe lehengên xwe diafirînin û got: “Biyanî civaka xwe dibêjin û karekterên xwe li gorî wê civakê ava dikin. Problema di edebiyata kurdî de jî ew e ku li gorî kodên civaka xwe leheng nafirînin. Heke ku me li gorî kodên civaka xwe biafiranda dê me niha ew qas pirsgiran nekişandaba.”
‘DIVÊ TU ÇAND Û AVZÊMKA WELATÊ XWE VEBÊJÎ’
Jîr, da zanîn ku di edebiyata kurdî de ziman ber bi henûniyê ve diçe lê gelek agresîf e û wiha pêde çû: “Dema em bi agresîfî tev bigerin em ê tiştekî ji hev fêm nekin. Dema tu ji çand û avzêmka welatê xwe venebêjî tu nikarî tiştekî bêjî. Nikarî nivîskariya civakê bikî. Divê em qala derûniya civaka xwe bikin. Divê tu lehengê xwe ji nava civaka xwe dernexî û mekanê xwe jî ji nava erdnîgariya xwe dernexî. Dema tu derkevî derveyî van dê tehmek dernekeve. Çi qas tu êşa civakê vebêjî dê ewqas civak zindî bimîne.”
Gotûbêj bi beşa pirs û bersivandinê bi dawî bû.