STENBOL - 7 parêzerên ku ji bo hempîşeyên xwe yên di greva birçîbûnê de fenerên daxwazê firandin ên hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin beran. Parêzerên hatin berdan li ber çavên wan reş û şîn bibûn.
7 parêzerên endamên ÇHD û Buroya Hiqûqî ya Gel ku ji bo piştgiriyê bidin Serokê Giştî ya Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçlî â 4 parêzerên li dijî bê hiqûqiyê ketine greva birçîbûnê li Beşiktaş a Stenbolê fenerên daxwazê firandin û hatin binçavkirin, li Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Nobedar hatin berdan. Parêzerên îfadeyên wan li dadgehê hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji parêzesrên hatin binçavkrin Yaprak Turkmen, balkêş bû ku li ber çavên wê şîn û reş bibûn. Bi heman awayî li ser rûyê Gokmen Yeşîl jî birîn hebûn.