AMED – Xizmên windayan û ÎHD’ê, di çalakiyên li Amed û Êlihê li darxistin de, daxwaza edaletê hat nûkirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik bi armanca piştevaniyê piştgirî dan çalakiya xizmên windayan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin" di hefteya 524’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji ber dîsa qada Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ji ayilê polîsan ve hat dorpêçkirin û destûr nedan malbat li derve daxuyaniyê bidin, xizmên windayan û ÎHD'ê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî dan. Xizmên windayan, Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen, Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çakiyê de pankar û wêneyên windayan hatin vekirin.
'EM HIQÛQEKÊ BI HEVRE BIJÎN BI RÊVE BIBIN’
Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Têkoşîna xizmên windayan û dayîkan, hem ji bo faîl bên dîtin û hem jî ji bo avakirina zemîneke aştiya civakî, têkoşînek girînge. Li Tirkiyeyê valetiyek hiqûqî heye û qanûn nayên bi cih anîn. Civaka sîvîl di hemû qadan de rastî van bêhiqûqiyan tên. DMME ji ber gelek dosyeyan Tirkiye mehkûm kir.”
BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN!
Zeytûn, da zanîn ku bêhiqûqiya heyî ya niha dewam dike, di şexsê çalakiyên grevabirîbûnê de baş dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan û bêhiqûqiya li hemberî wî pirsgirêkek mezin. Ji ber bêhiqûqiya heyî, îro 317 girtî û Birêz Leyla Guven di greva birçîbûnê dene û ev çalakiya wan berdewam dike. Berî ku encamên neyînê di grevên birçîbûnê de derbikevin holê, divê ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û daxwazên wan bên qebûlkirin. Ji bo vê yekê em bang li Wezareta Dadê û saziyên berpirsiyar dikin ku erka xwe bi cih bînin.”
'AZADÎ Û AŞTÎ ANÎN DEYNÊ STÛYÊ ME YE’
Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî, dewlet bi salane li hemberî çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan a rojên Şemiyê tên lidarxistin ker û lal bûye û wiha got: “Heya ku hemû daxwazên xizmên windayan neyin bi cih anîn, li vî bajarî kes nikare behsa edalet û azadiyê bike. Ev çalakiya xizmên windayan hêz û baweriyê dide me. Azadî û aştî anîna vî welatî deynê stûyê me ye.”
JI BO WINDAYAN LÊGERÎNA EDALETÊ
Di çalakiya vê heftê de ji bo Bedriye Gumuş edalet hat xwestin. Xwişka Gumuş Hayriye Dogan li ser windakirina xwişka xwe axivî û wiha got: “Xwişka min bi awayekê bêmaf di salal 1990’an de kuştin. Em ji bo windahiyan di lêgerîn edaletê dene. Bila hev xwîn raweste. Bila aştî pêk were. Xwişka min vale vale hat kuştin. Ma çi heqê wan hebû ku xwişka min bikujin. Em dixwazin bersûcên xwişka min bên dîtin û bên darizandin. Lê ev 20 salin tiştek nehatiye kirin.”
Piştî çîroka Bedriya Gumuş hat vegotin, çalakiya rûniştinê ya 5 deqe hat lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 430’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiyê li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanê mafê mirovan ên ku bi şîara “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” wêneyên windayan hildan û xwestin aqûbeta windayan eşkere bibe. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpêtê Prz. Metîn Can û endamê avakerê ÎHD’ê Dr. Hasan Kaya hatin pirsîn.
Berpirsê Komisyona Windayan ê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner, daxuyaniya vê heftê da û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpêtê Prz. Metîn Can û endamê avakerê ÎHD’ê Dr. Hasan Kaya yên di 21’ê Sibata 1993’an de hatin revanan û windakirin birî anîn. Tanguner, diyar kir ku Kaya û Can piştî hatin revan rojekêr rastî îşkenceyê hatibûn. Cenazeyên wan di 26’ê Sibata 1993’an de dibin pira Dînar a nêzî qereqola cendirmayan a nêzî Dersimê hat dîtin.”
'LI DIJÎ BÊCEZEBÛNÊ JÎ TÊKOŞÎNE’
Tanguner, da zanîn aqûbeta Kaya û Can bi awayekê pir zelal li holêne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê hîna jî faîlên wan nehatine darizandin. Heya ku aqûbeta windayên mîna Can û Kaya bên zelalkirin û qatilên wan bên darizandin emê têkoşîna xwe berdewan bikin. Ev têkoşîn di heman demê de, têkoşîna li dijî pêkanîn û polîtîkayên bêcezebûnê ye jî.”
Piştî axatinê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.