STENBOL/ÎZMÎR - Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, roj bi roj li bajarên cuda belav dibe. Çalakiya li Stenbolê hatiye destpêkirin, komeke cuda dewr girt, li Îzmîrê di roja 11'emîn de çalakî dewam dike. Çalakvanan da zanîn ku heta tecrîd ranebe dê çalakiyên xwe dewam bikin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bajar bi bajar belav dibin. Çalakiyên di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê hatine destpêkirin, armanca sereke şikandina tecrîdê, şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan misoger bikin. Çalakî ji hêla Kartal, Kagithane û Başakşerîrê ve hat dewrgirtin. Grev dê du rojan dewam bike, li avahiya HDP'ê çalakî dewam dike.
KARTAL
Çalakvanên li avahiya HDP'a Kartalê hatin gel hev, îşlikên reş ên wêneyên Ocalan li ser in li xwe kirin. Li salona çalakiya greva birçîbûnê jî pankarta "Ji bo jiyana wekhev, azad û bi hev re, ji Ocalan re azadî" hat daliqandin. Di salonê de wêneyên Ocalan jî hatin daliqandin û 10 kesan piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya grevê kir. Endamê platformê aşkera kir ku Ocalan vîna bi milyonan kesî ye û heta Ocalan negihêje azadiya xwe dê çalakiyên wan dewam bikin.
KAGITHANE
Çalakiya li avahiya HDP'ê ya Kagithaneyê dest pê kir, 14 kesan dewr girt. Çalakvanan ji Ocalan re azadî xwest. Dayika Aştiyê Perîhan Akbulut diyar kir ku divê Ocalan bigihêje azadiya xwe û ev tişt got: "Tekane muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e. Divê tecrîd bi dawî bibe û malbat, parêzer ji bo hevdîtinê biçin giravê."
‘VÎNA LI ÎMRALIYÊ DÊ XWÎNÊ RAWESTÎNE’
Çalakvanê bi navê Turgut Bozgul aşkera kir ku ew wekî çalakvanekî tirk beşdarî çalakiyê bûye û xwest ji bo azadiya Ocalan têkoşîn bê mezinkirin. Bozgul piştrast kir ku desthilatdarî bi rijandina xwînê xwe li ser piyan digire, aştî dê bi Ocalan bê û ev nirxandin kir: "Li Îmraliyê vînek heye. Tenê ev vîna dikare xwîna dirije rawestine."
ÇALAKIYA LI ÎZMÎRÊ DI ROJA 11’AN DE YE
Çalakiya grev birçîbûnê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin, di roja 11'emîn de dewam dike. Çalakiya bê dem û bi dorveger li avahiya DBP'ê hatiye destpêkirin, îro 9 rêveberên navçeya Gazîemîrê çalakî dewr girtin. Hevserokê navçeyê Şukru Aslan daxuyanyek kin da û ev tişt anî ziman: "Bi girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan re, êrîşê gelên vî welatî dikin. Ev tecrîd polîtîkaya şer e. Divê demil dest ev şera bê rawestandin, tecrîd bê rakirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'a Muglayê dest pê kiriye, di roja 3'yemîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê HDP'a Ortancayê dewr girt.
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bi dorveger a dest pêkirin, didome. HDP û BDP’ên çalakiya greva birçîbûnê yên li navçeyên Artuklu, Nisêbîn, Qoser û Midyadê di 4’ê Mijdarê de dan dest pêkirin, dê di 12’ê Mijdarê de bi dawî bibin. Komên ku beşdarî greva birçîbûnê bûn, piştî greva du rojan, çalakiya xwe dewrî komek din kirin. Di greva birçîbûnê ya du rojan de tenê ava bi şekir û çay tê vexwarin.
START LI MÊRSÎNÊ HAT DAYÎN
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya di 12’ê Mijdarê de bi dawî bide, li avahiya HDP’ê ya navçeya Akdenîzê start da. Rêveberê HDP’ê yê Mêrsînê Îlhamî Yurtsever têkildarî grevê daxuyanî da. Yurtsever diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên şer bireve dibe û wiha axivî: “Bi awayekê keyfî 18 sal e li ser Ocalan tecrîtek girankirî tê meşandin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan pirsgirêka hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
‘ÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDIN’
Yurtsever, destnîşan kir ku divê demildest AKP tecrîta li ser Ocalan bi dawî bîne û wiha got: “Divê raya giştî û hemû rêxistinên civakî têkoşînek hevpar bimeşîn in. Em bang li hemû aştîxwaz, azadîxwaz û demokratan dikin ku xwedî li çalakiya me ya greva birçîbûnê derkevin.”
Çalakiya bi 3 koman hat plankirin, dê heya 12’ê Mijdarê bidome.