KOCAELÎ - Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Gebze li malbatên çalakgeran Ozlem Soyler û Ruhşan Bozan ku 70 rojin di grevê de ne geriyan û gotin "Tenduristiya zarokên we xerab in. Zarokên xwe îkna bikin bila çalakiya grevê berdin."
Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û gorveger dest pê kiribûn, di 16'e Kanûnê de bi koma yekem a 35 kesan dest bi greva bêdem û bêdorveger kiribûn. Koma yekem 70 rojin di grevê de ne. Niha li 62 girtîgehan 317 girtiyên PKK û PAJK'ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî 108 roj li pey xwe hişt. Li Girtîgeha Jinan a Gebze jî di 16'e Kanûna 2018'an de Ozlem Soyler û Ruhşan Bozan dest bi grevê kiribûn û 70 rojin di grevê de ne. Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Gebze bi rêya telefonê li malbatên çalakgeran Ozlem Soyler û Ruhşan Bozan ku 70 rojin di grevê de ne geriyan û gotin "Tenduristiya zarokên we xerab in. Zarokên xwe îkna bikin bila çalakiya grevê berdin."
GIRTIYAN: TENDURISTIYA ME BAŞ E
Girtiyan jî bi rêya malbatên xwe peyam şandin û diyar kirin ku 70 rojin di greve de ne û ji ber vê yekê bêhalî û bê teqetî hebe jî normal e. Girtiyan dan zanîn ku ji bilî bêhalî û sergeşiyê nexweşiyek wan a taybet tune û tenduristiya wan baş e.