MÊRSÎN – Suleyman Benzer ê ji 26’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Duzce di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, di hucreya yek kesî tê girtin. Birayê Benzer Rojhat Benzer, bang li hikûmetê kir û got: “Em dixwazin daxwazên girtiyan bên bi cih anîn.”
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kir, di roja 108'emîn de, didome. Piştî çalakiya Guven, Suleyman Benzer di 26’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Duzce bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Benzer ê berxwedana xwe ber dewam dike, di hucreya yek kesî de tê girtin.
CEZAYÊ MUEBETA GIRAN Û 14 SAL CEZA LÊ HATIYE BIRÎN
Benzer di sala 2011’an de hîna 20 salî bû, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê Dadgeha Bilind biryara betalkirina vê biryarê da û Benzer mehkûmî cezayê muebeta giran û 14 sal cezayê girtîgehê kir. Benzer bi durê li Girtîgehên Mersîn, Osmanî, Îskenderûnê man û ev 2 sal û nivîn jî li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiye.
‘EMÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM BIKIN’
Birayê Benzer Rojhat Benzer, di 18’ê Sibatê de li girtîgehê hevdîtin bi birayê xwe kir. Benzer bi navbeynkariya birayê xwe ev agahî û peyam dan: “Em divereşin, serê me diêşe û em nikarin razin. Dîsan em nikarin avê vexwin û rewşa me xerab bûye. Piştî em ketin greva birçîbûnê, cezayê hucreyê dan me. Ez di hucreyê de çalakiya xwe berdewam dikim. Min ji rayedarên girtîgehê xwest ku hevalekê bin gel min. Lê ev daxwazin qebûl nekirin û destûr nedan vê yekê. Moralê min bilind û bi biryarim. Emê çalakiya xwe berdewam bikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
‘EM XWARIN NAXWIN Û RANAZIN’
Bira Rojhat Benzer, diyar kir ku birayê wî dibin şertên tecrîda girankirî de çalakiya xwe berdewam dike û wiha axivî: “Di hevdîtina vekirî de me hev dît. Pir kîlo da bû. Ji bo rewşa tenduristiya wî û xistina wî ya hucreyê me serî li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) da. Ji ber ku birayê min di greva birçîbûnê deye, ez jî nikarim xwarin bixwim û razim. Ez dixwazim hikûmet daxwazên girtiyan bi cih bîne.”
Benzer, da zanîn ku li ber çavan dihelin û wiha got: “Divê çareyek ji daxwazên girtiyan re bê dîtin. Divê hikûmet demildest bersivê bide van çalakiyan. Lazime ku daxwazên wan bi cih bîne. Bawer bikin em jî ji vê rewş qet ne razîne. Em nikarin razin. Êdî şev û rojên me tevlîhev bûne.”
Benzer, bi Mehmet Erbey, Ahmet Akbalik û Fîkret Karakoç ên girtî re çalakiya xwe berdewam dikin.
MA/Ergîn Çaglar