AMED - Dayik û bavê berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Ahmed Surme, têkildarî çalakiya grevên binçîbûnê diyar kirin zarokên wan di daxwazên xwe de mafdar in. Dayik û bavê Ahmet Surme, anî ziman ku ji bo deng û daxwazên zarokên xwe bidin bihîstin çi têkeve ser milê wan amade ne.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 108'emîn de, didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 95'emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 69'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 70'yemîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Yek ji çalakgerên ku li Girtîgehê di grevê de ye Ahmet Surme yê 59 rojin di grevê de ye. Ahmed Surme niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, mil daye vê berxwedanê û ji 26’ê kanûna 2018’an de dest bi çalakiyê kir. Rojnameger û nûçegîhanê rojnameya e-rojname Kadrî Esen, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê xwe gihand malbata Surme. Kadrî Esen, li ser daxwazên girtiyan, helwesta dewletê û cemaweriyê nerînên malbatê stend.
Dayik û bavê Surme xwestin ku dewlet dengê zarokê wan ê berxwedêr bibihîze û heke dewlet dengê zarokê wan paşguh bike dê ji bo bihîstina dengê zarokên xwe berê xwe bidin Enqereyê û dengê wan bidin bihîstin. Malbata Sûrme ku ji gundê Tercil ê navçeya Hezro ya Amedê ye guhê wan li ser girtîgehan e û dixwazin daxwazê zaroken wan pêk bê. Malbata Surme, piştî demekê koçî Îzmirê kirin niha dîsa vegeriya ne Amedê û li taxa Bagcilar a navçeya Rêzan a Amedê dijîn. Dayik û bavê Ahmet surme Fatma Surme û Takyeddîn Sûrme, li ser çalakiyan û daxwaza girtiyan axivîn. Malbata Surme destpêkê ji ber hin pisgirêkan ji gundê xwe yê Tercilê koçî gundekî navçeya Bismil a Amedê bûn. Piştre ji bo debareke ji vî gundî koçî metropolê Îzmîrê yê Tirkiyeyê kirin. Niha jî baneke malbatê li Îzmîrê û baneke malbatê jî li Amedê dijîn. Di sala 2008’an li Îzmîrê teqînek pêk hatibû. Ji wê teqînê malbata Surme berspirsyar hatibû dîtin. Ji ber vê yekê Ahmed, bavê xwe û 4 birayên xwe bi hev re hatin girtin.
8 SALAN BI KURÊ XWE RE LI HEMAN GIRTÎGEHÊ MA
Piştî salekê Ahmed û 3 birayên xwe hatin berdan û bi hincetên çêker, li bavê wî Takyedîn Surme 13 sal û li birayê wî Bunyamîn Surme jî 2 muebetên giran ceza tê birîn. Takyedîn Surme piştî ku 10 salan girtî dimîne, beriya salekê bi şertê razandina 30 hezar TL’yî hat berdan. Takyedîn Surme û kurê xwe Bunyamîn Surme 8 salan li heman girtîgehê û pirî caran jî li heman kogûşê man. Ahmed jî piştî vê berdanê di sala 2009’an de berê xwe da çiya û tev li PKK'ê bû. Lê di sala 2017’an de dîl hat girtin û carek din hat girtin.
Ahmed herî dawî di 26’ê kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dibe rêwiyê karwana azadî û aştîxwaziyê û beşdarî berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû. Ji ber vê rêwitiyê rêveberiya girtîgehê cezayê hevdîtinê li Ahmed biriye û ji roja ku ketiye grevê heta niha malbatê pê re hevdîtin pêk naniye. Niha tenê bi rêya telefonê dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û têkildarî rewşa xwe malbatê agahdar bike.
'EM Ê DENGE ZAROKÊN XWE BIDIN BIHÎSTIN
Bav û dayika Ahmet Surme Takyeddîn û Fatma Surme li ser çalakiya greva birçîbûnê axivîn. Bav Takyeddîn Surme, diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiyê pêwîst nake ku zarokên mirov di çalakiyê de bin û wiha got: “Her Ahmed kurê min e lê li ber dilê min hemû çalakger Ahmed in. Ji bo piştgiriya berxwedêran em gelek dereng man e. Ji bo ku em di pêşerojê de ax û of nekin divê em rojek zûtir li wan xwedî derkevin û dengê wan bilindtir bikin.”
Surme anî ziman ku dê bikevin nav liv û tevgerê û ji bo bihîstina dengê zarokên xwe kîjan sazî pêwîst bike li derê wan bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pêwîst bike em ê biçin AKP, CHP û MHP’ê jî û dengê zarokên xwe bikin guhê wan. Heke em vê yekê nekin dibe ku di demeke nêz de em agahiya şehadetên zarokên xwe jî bibihîzin. Tirk û kurd ferq nake ji bo vemirandina agirê ku niha li welat geş dibe divê her kes dengê xwe bilind bike û ji aştiyê re rê vebike.”
'EM HEMÛ KESÊN KETINE XEWÊ HIŞYAR BIKIN'
Dayik Fatma Surme jî ku ji ber bêdengiya dewletê ya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê gelekî bi gazine, da zanîn ku ji bo bihîstina dengê berxwedêran ê li hemberî zilma li welat, peywirên mezin dikevin ser milên dayikan û wiha got: “Dayikên kurd û tirk ferq nakin divê em rabin ser pêya û vî dengî bigihînin cihê berpirsyar. Ji bo bihîstina vî dengî em dikarin bibin yek û herin Enqerê. Em dikarin biçin mala serokkomar jî. Êdî sekn û hedana nemaye.”
Dayika Ahmet Surme Fatma Surme, da zanîn ku bêdengiya li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê welat ber bi xeteriyeke mezin ve dibe û wiha lê zêde kir: “Divê em gavek berî gavekî bavêjin û pêşî li xeteriya ku diyar e bigirin. Banga min li hemû gelên me yên bindest e ku em rojek zûtir yekitiya xwwe ava bikin û li dijî zilmkaran der in û bibin dengê zarokên xwe. Dengê zarokên me dengê li dijî şer e, dengê aştiyê ye. Divê em hemû malbatên girtiyan bên cem hev û bi hevre biçin sazî bi sazî bigerin û daxwazên zarokên xwe j wan re bêjin. Divê em hemû kesên ketine xewê hişyar bikin.”