WAN - Rayedarên Girtîgeha tîpa T a Wanê dest danî ser radyoyên girtiyan. Girtiyan diyar kirin ku êdî rojname jî li ser wan qut kirine.
Rayedarên girtîgeha tîpa T a Wanê, dest danî ser radyoyên girtiyan. Girtiyan bi rêya parêzer û malbatên xwe diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê 4 roj berê ferman daye gardiyanan û li ser fermana rêveberiya girtîgehê, gardiyanan dest danîye ser radyoyên wan. Girtiyan anîn ziman ku rojname jî li ser wan qut kirine û êdî rojnameyan nadin girtiyan. Girtiyan, anîn ziman ku dema sedema wê pirsîne gardiyanan gotine "Biryar hat dayîn ku ji niha û şûnde em ronameyan û radyoyan nedin girtiyan."