BEDLÎS - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê Habîp Yeşîltepe û Serap Çakmak Genç, destnîşan kirin ku ew ê tevî gel navçeyê bi rê ve bibin û ji bo kontrolkirina xebatan ew ê komîsyonan ava bikin.
Li Tetwanê, 5 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye. Di vî pênc salî de nelirêtiyên şaredarê AKP', Fettaj Aksoy û koma wî derketibûn holê û mufetîşan lêpirsîn dabû destpêkirin.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç û Habîp Yeşîltepe, destnîşan kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin.
'EM Ê NAVENDA JINÊ YA MIZGÎNÊ JI NÛ VE VEBIKIN'
Namzet Serap Çakmak Genç, diyar kir ku wê gelê Tetwanê di 31'ê Adarê de HDP'ê tercîh bike. Çakmak, bilêv kir ku 5 sal in AKP tu tişt nekiriye û ew ê tevî jinên Tetwanê ji derheqê hemû pirsgirêkan derkevin. Çakmak, bilêv kir ku li Tetwanê di warê aborî de gelek pirsgirêkên aborî yên jinan hene û got: "Ji bo pirsgirêkên aborî çareser bibin em ê bixebitin. Jin li hemû qadên jiyanê bi şidetê re rû bi rû dimînin. Navenda Jiyanê ya Mizgînê di dema me de hatibû vekirin û ji bo evan pirsgirêkan dixebitî. Em ê navendê ji nû ve vebikin."
PROJEYÊN JI BO JINAN
Çakmak, bilêv kir ku wan ji bo jinan projeyeke bi navê "Mala Keda Jinê" amade kiriye û got: "Wê li vir ji bo jinan atolyeyek hebe û wê tiştên çêdikin li vir bifiroşin. Her wiha em ê atolyeyên ku jin karibin hilberînê bikin jî vekin. Wê ev proje ji bo jiyana aborî û civakî ya jinan bi kêr bê. Her wiha ji bo jin daxilî jiyana civakiyî bibin û ji bo adaptasyona zarokan em ê kreşan vekin."
WÊ MÎHRÎCAN BÊN LIDARXISTIN
Çakmak, destnîşan kir ku li Tetwanê prisgirêka bier û sererdê heye û ew ê hewl bidin ku bajêr biguherînin. Çakmak, bilêv kir ku ew ê hemû rê û peyarêyên navçeyê çêbikin ku herkes û dayikên zarokên wan hene bi rihetî tev bigerin. Her wiha Çakmak, destnîşan kir ku ew ê pirsgirêka çopê jî çareser bikin û ji bo turîzm û çandê li navçeyê mîhrîcanan li dar bixin.
Çakmak, anî ziman ku HDP partiya jin û ciwana ye û got: "Wê jin û ciwan daxilî biryargirtinê bibin. Niha li navçeyê ciwan bûne pêgirtiyê tiryakê. Ji bo em rê li ber vê bigirin em ê navendan û qadên sporê ava bikin." Çakmak, diyar kir ku ew şaredarîvaniyeke li ser asasê gel esas digirin û ew ê tevî gelê xwe şaredariyê bi rê ve bibin.
Namzet Habîp Yeşîltepe jî destnîşan kir ku li navçeyê eleqeyeke zêde ji bo partiya wan heye. Yeşîltepe, bilêv kir ku li navçeyê AKP'ê bi nelirêtiyê tê zanîn û got: "Em ê nelirêtiyên AKP'ê bi civakê re parve bikin. Em di civaka Tirkiyeyê, ji bo mafên bingehîn ên kurdan û mafên qanûnî siyaseta xwe dikin. Loma em ê rêzê nîşanî mafên qanûnî bidin. Em çawa bi rêzgirî nêzî mafên xwe yên sereke dibin, em ê wisa jî nêzî yên herkesî bidin."
Yeşîltepe, bal kişand ser polîtîkayên qeyûman jî û destnîşan kir ku ev polîtîka antî demokratîk in û li dijî mafên bingehîn in. Yeşîltepe got: "Ger civakek ji bo qeyûm bêje erê, nexwe hebûna xwe ji holê radike. Îktîdara ku dibêje ew di çarçoveyeke qanûnî de tev digere, sedema hebûna xwe tune dike û bi evan pêkanînên der qanûnî li ser me ferz dike. Em vê yekê qebûl nakin."
'EM Ê LI NAVÇEYÊ KOMÎSYONÊN KONTROLKIRINÊ AVA BIKIN'
Yeşîltepe, bilêv kir ku ew ê hewl bidin ku li Tetwanê şaredariyeke model biafirînin û got: "Piştî em şaredariyê bi dest bixwin, em ê li tevahiya navçeyê komîsyonên kontrolkirinê ava bikin. WÊ ev komîsyon her tiştî kontrol bikin. Em ê nehêlin tu kes tahde bibîne. Wê di nav van komîsyonan de kesên li navçeyê tên naskirin cih bigirin. Wê li vir armnaceke şexsî tune be. Em ê kevneşopî û çanda partiya xwe ya 30 salan li vir pêk bînin."
MA / Adnan Bilen