* Suheyla Taş û Sariye Taşkesen ku di greva birçîbûnê de ne gotin: "Divê baş bê zanîn wê bi vê berxwedanê re dawî bêhempa be." Her wiha herdu girtiyan bang li herkesî kir û gotin: "Em bang li herkesî dikin ku vê çalakiyê bilind bikin."
* Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, pirsgirêkên bingehîn ên welat û tifaqên hatine çêkirin nirxandin û destnîşan kir ku îktîdara heyî tenê dijminan çêkirin û berberîbûnê dixe nav civakê. Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay jî, bilêv kir ku yekîtiyên hêzê yên tenê li ser sindoqan hûr bûne wê tiştekî li gelên Tirkiyeyê zêde nekin.
* Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê Habîp Yeşîltepe û Serap Çakmak Genç, destnîşan kirin ku ew ê tevî gel navçeyê bi rê ve bibin û ji bo kontrolkirina xebatan ew ê komîsyonan ava bikin.
* Geveriyan, destnîşan kir ku 3 sal in ew di nav heriyê de ne û heta niha qeyûm tu xizmet nekiriye. Geveriyan got: "Em ê dengê xwe nedin kesên ku ji bo me xizmet nekiriye."
* DMME'yê serlêdana ji bo Heskîfa dîrokî red kir. Serlêdêran bertek nîşanî vê biryarê dan û destnîşan kirin ku ev biryar wijdanê mirovan êşandiye.
* ÎHD'a Amedê diyar kir ku 20 kesên polîsan ew revandiye û sîxurtî li wan ferz kirine, serî li ÎHD'ê dane. Di sala 2018'an de ji ber vê rewşê 67 kesan serî li ÎHD'ê daye.
* Nedîm Yildirim, birayê Cesîm Yildirim ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Bi milyonan kes dengê xwe bilind dikin, nexwe divê dawî li tecrîdê bê."
* Ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîne de jiyana xwe ji dest dan û li Artûklûyê li goristana bêkesan hatin veşartin, nansnameya 33 kesan jê 3 sal in nehatiye diyarkirin.
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û windabên dîtin di hefteya 726'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane berdewam bike. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên winda û girtiyên nexweş dê di hefteya 470’an de carek din li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konak a Îzmirê duxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li Îdir, Wan, Şirnex û gelek bajarên din xebatên hilbijartinê berdewam bike. (13.00-15.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 361'an de li Qada Galatasarayê çalakiya Rûniştina F berdewam bike. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)