Serokê Baroya Amedê: Em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin

  • rojane
  • 16:11 22 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya heftane ya ji bo Tahîr Elçî de li dar xistin axivî û bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê xwest dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. 
 
Baroya Amedê bi daxwaza faîlên cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li Sûrê hat kuştin bê dîtin di hefteya 164'emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, zimanzan Samî Tan, siyasetmedar Şîrîn Tunç û gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta "Em te ji bîr nakin" hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vê hefteyê bi kurmancî axivî.
 
Daxuyaniya ji aliyê Aydin ve hat xwendin wiha ye:
 
'HEZAR Û 181 ROJ IN FAÎLÊN WÎ NEHATINE DÎTIN' 
 
"Ligel ku di ser qetilkirina serokê baroya me Tahîr Elçî ra 1181 roj derbas bûne jî, faîllên wî hîna nehatine dîtin. Li gel ku şaîbeyên bihêz yên derbarê bûyerê da di destê me da hene. Me di 14ê Berfanbara 2018an da, daxwaznameya xwe da  Serdozgerê Cumhurîyetê yê Amedê ku derbarê şaîbeyan da kar di derbarê wan da were kirin,  lê derbarê faîlan da heta niha lêpirsîn nehatîye kirin. Hîna  ku dereng nebûye divê dozgerî di derbarê faîlan da dest bi lêpirsînê bike. Em di çalakîya xwe ya di  hefteya 164an da careka din bi dengê bilind dibêjin ku “ Failên Tahir Elçî bila bên dîtin” û ji bo Tahir Elçî edaletê dixwazin. Em careka din dibêjin heta ku failên Tahir Elçî neyên dîtin û di derbarê wan da kiryarek neyê kirin, em dest ji vî karî bernadin û em dê nehêlin ku ev dosya wergere dosyayeka faîlên nedîyar.
 
WINDABÛNA ZIMAN WINDABÛNA MIROVAHIYÊ YE
 
Bi xeml û rewş e, Şîrîn û xweş e, Bi xweş awaz e, Letîf û naz e, Zimanê kurdî.
 
Îro ji bona Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em li vir civîyane. Ev roj ji alîyê Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di sala 1999an da weku 21ê sibatê hat pejirandin. Ji sala 2000î û vir da ev roj yanî 21ê Sibatê  wekî ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê bi nêrîneka pir zimanî û  pir çandî tê pirozkirin.
 
Axaftina zimanê dayikê ji  bo hemû  gelên cîhanê mafekî herî bingehîn e. Ger zarokên cîhanê zimanê dayikê bi kar bînin, wê zêdetir serkeftî  û bextewar bibin. Ev serkeftin  û bextewarî  di alîyê zanistî , çandî, wêje û hwd da wê bidome. Zarokên kurd, di nava zarokên cîhanê da, ji wan zarokan in ku herî zêdetir ji zimanê dayika xwe dûr ketine. Zarokên kurd sêwîyên zimanê xwe ne. Berê, navê zarokên me; bi Tırkî, Erebî  û Farisî bû. Zarokên me yên bi van zimanan hemûyan bi kurdî dizanibûn. Lê îro navê zarokên me bi Kurdî ne mixabin bi zimanê Zikmakî-Kurdî nizanin biaxivin. Ev tişt şerm e, ev tişt guneh e.
 
Bangewazîya me ji hemû civakê ra heye, ji kalan heta pîran, ji bava heta dayikan, ji malbat heta sazgeh, ji komelên kurdî heta tevî partîyên sîyasî û dewletê ra heye, ji rêxistinên navneteweyî ra heye; bila zimanê dayikê ên hemû cihanê û bi taybet zimanên li Tirkîyeyê wenda nebin. Wendabûna zimanekî ji desthilatdara ra nabe serkeftinek li dijî wî zimanî. Wendabûna ziman, wendabûna  mirovahîyê ye. Werin nebin şirîkê mirina zimanê dayikê û nebin  şirîkê paşketina zimanê kurdî.
 
Wekî ku em hemû dizanin dewleta Tirkîyeyê Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, tenê ji bo zimanê dayikê bi şerhî mor kirîye. Bila dewlet vê şerha xwe li ser vê peymanê rake.
 
Bangewazîya me ji dewletê ra ev e ; werin qedexeya li ser hemû zimanên li Tirkîyeyê rakin!!! Hemû zimanên  dayikê bila bibe zimanê perwerdehîyê û çandî. Werin piştgirî û alîgirî bidin hemû xebatên li ser zimanê dayikê yên vî welatî. Werin piştgirî bidin sazgeh û dezgehên ku li ser zimanê çerkez, laz, suryanî û kurdî dixebitin. Ev piştgirî û alîgirî nabe sedema parçebûna welêt, wê bibe sedema mezin bûyîn, biratî û ji hev heskirina navbera temamî gelê Tirkîyeyê  û bibe mînak. Bila di sazgeh û dezgehên fermî da zimanê kurdî jî bê bikaranin. Bila pêşî li zimanê dayikê neyê girtin.
 
GER ZIMANÊ ME TUNE BIBE EM Ê JÎ TUNE BIBIN 
 
Bangewazîya me ji hemû dê û bavên zarokên kurd ev e; bi zarokên xwe ra bi kurdî biaxivin. Bila stranên gelêrî guhdar bikin. Zarokên xwe bi stranên Şakiro, Meyrem Xan, Karapetê Xaço û Eyşe Şan mezin bikin. Bi dengê dahola Şeroyê Biro û bi  bilûra Egîdê Cimo wan mezin bikin. Çîrok û serpêhatîyên kurdî ji zarokên xwe ra bibêjin bila zarokên me zimanê dayika xwe ji bîr nekin. Ji ber ku ziman hebûn e .Ger zimanê me tune be em jî dê tune bibin.
 
Bangewazîya me ji hemû sazîyan ra ev e; zimanê dayikê bikin zimanê jîyanê, di her kar û barê xwe  da  zimanê kurdî jî bi kar bînin.
 
Bangewazîya me ji hemû bazirganan ra ev e; di jîyana xwe ya rojane da zimanê kurdî bi kar bînin. Dayîn û standina xwe bi zimanê kurdî bikin.
 
Wekî ku hûn  dizanin di dema serokatîya  Şehit Tahir Elçi da Baroya Amedê bi alîkarîya Weqfa Mezopotamyayê dest bi xebata ferhenga hiqûqê ya bi kurdî kiribû. Ev xebat di bin serokatîya Tahir Elçi û Rêvebirîya Baroya Amedê ya wê demê hatibû destpêkirin. Em ji bo vê biryar û xebatê spasdarê Şehit Tahir Elçi û temamê kedkarên vê xebatê ne. Ev xebat hêj didome û bi ber qedandinê ve diçe.
 
Ev bangewazîya me wê bibe bingeh ji bûna pêşveçûna zimanê kurdî.
 
Dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li ser zimanê xwe şîn (jîn) dibe." 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat û dû re dawî li çalakiya xwe anîn. 
 

Sernavên din

27/02/2019
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike