NAVENDA NÛÇEYAN - 4 girtiyên li Girtîgeha Tokatê ku di 5'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku ew çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin didomînin û heta daxwazên wan pêk bên, dê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê de dest pê kiriye didome. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 107 rojin di grevê de ye. Li girtîgehan jî zêdeyî 317 girtiyên siyasî di grevê de ne. Koma yekemîn a li girtîgehan 69 roj li pey xwe hişt. 4 girtiyên li Girtîgeha Tokatê ku di 5'ê çile de dest bi grevê kirin bi biryarî çalakiya xwe berdewam dikin. Girtî Hasan Salik û Mehmet Emîn Ogûr bi rêya malbatên xwe agahî dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Salik û Ogur, destnîşan kirin ku ji 5'ê Çileya 2019'an û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku moralê wan gelekî xurt e û wiha gotin: "Moral û daxwaza me ya serketinê gelekî mezin e. Ji xwe ji bilî serketinê em alternatîfeke din nas nakin. Rêbertî digot, 'Hêvî girîngtir e ji serketinê'. Hem hêviya me hem jî baweriya me gelekî mezin e. Em niha bi kêf û bextewar in ji ber ku ji bo mirovê azad, ji bo paşeroja xwe tiştekî dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ji bo me rêwîtiyeke ku em di nava xwe de dikin. Kûrbûn e, dîtina xwe, rastiya xwe ye, xwegihandina li mirovê azad, kesayeta azad e. Heta niha ji ber di greva birçîbûnê de ne rewşeke mezin a neyînî derneketiye pêşiya me. Me çend kîlo li xwe kêm kiribin jî rewşa me baş e. Bi navê hevalên li girtîgeha Tokatê bi min re ye, silavên xwe ji hevalên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne dişînim. Hemûyan yek bi yek hembêz dikim. Heta ku daxwaza Leyla Guven bi cih were anîn, em ê bi biryardariyeke mezin greva xwe ya birçîbûnê bidomînin."