ÊLIH – Li Êlihê leşkerekî bi wesayîta xwe ya taybet li zarokê 5 salî Burak Îlhan qeliband û kuşt.
Li bajarên herêmê bi dehan welatî bi maşîneyên polîs û leşkeran ên zirxî hatin kuştin. Kuştina ji ber maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran bê navber didome. Li taxa Korikê ya Êlihê leşkerek ku rutbe û navê wî nehat hînbûn dema bi wesayîta xwe ya taybet ajokariyê nîşanî hevalek xwe dikir li zarokê 5 salî Burak Îlhan qeliband. Zarokê 5 salî Îlhan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî zarokê 5 salî jiyana xwe ji dest da, têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Duh jî li ser riya Fermandariya Leşkeriya Êlihê maşîneyek zirxî li texsiyekê sivîl qelibündebû. Di bûyerê de 3 jê leşker û 5 kes birîndar bûbûn û hatibû daxuyandin ku rewşa du kesan giran birîndar in.
MAŞÎNEYA ZIRXÎ FELEK BATUR ECIQANDIBÛ
Li taxa Çal a navenda Sêrtê di 19’ê cotmehê de maşîneya polîsên tîmên taybet li zaroka bi navê Felek Batur (6) qelibî bû û wê di bin lastîkên xwe de eciqandibû. Felek a biçûk li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.
30 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Li aliyê din di serdema OHAL’ê li bajarên herêmê 18 qezayên maşîneyên zirxî pêk hatin. Di bûyerên maşîneyên zirxî ya ku li welatiyan qelibiye û yan jî ku bi çek êrîş kirine heta niha 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û 39 kes jî birîndar bûne. Tenê li Amedê di nav salek dawî de 21 kes bi qelibandina maşîneya zirxî û gulebarandina ji maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan.