ŞIRNEX - Lêpirsîna derbarê mirina kesekê ku di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê jiyana xwe ji dest da de, hatibû vekirin, berî ku nasnemeya vî kesî bê tespîtkirin, biryara girtina dosyeyê hat dayîn.
Lêpirsîna darbarê kesên ku di dema qedexeya derketin derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li navenda Şirnexê hat îlankirin û 8 mahan berdewam kir de, jiyana xwe ji dest dan de hat vekirin û derketibû holê ku ev lêpirsîn di çarçoveya dosyekê de tên birêve birin. Piştî ku parêzseran ev yek îtîraz kirin, dosye ji hev hatibûn cuda kirin.
Serdozgeraya Komarê ya Şirnexê, ji 100 zêdetir lêpirsînên derbarên kesên jiyana xwe ji dest dayîn de vekirin, yek bi yek tên girtin.
'SÎNORÊ PARASTINA MEŞRÛ DERBAS NEBÛN’
Yek ji van lêpirsînan jî, dosyeya lêpirsîna darbarê Hozan Kabûl, Ridvan Gungen û kesekê ku navê wî nehat zanîn ên di tuneleke li Taxa Behçelîevlerê di dema qedexeyê rûxiya de, jiyana xwe ji dest dabûne. Derbarê dosyeya bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin” hatibû vekirin de, biryara “Neşopandinê” hat dayîn û doseya hat girtin.
Ev dosye jî mîna dosyeyên din, bêyî ku faîlbên dîtin û nasneya kesê jiyana xwe ji dest dayî bê tespît kirin, biryara “Neşopandinê” ji bo wê hat dayîn.
Ji bo vê biryara hat dayîn rêya îtîrazê vekirî hat hiştin.