RIHA - Gorên Osman Çîçek û Kasim Deprem ên di komkujiya Pirsûs û Yilmaz Elmascan ê di komkujiya Enqerê de, jiyana xwe ji dest dan, hatin rûxandin.
Gorên Osman Çîçek ê 22 salî û Kasim Deprem ê 23 salî yên di êrîşa DAIŞ’ê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an dan de ya li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya navçeya Pirsûs a Rihayê jiyana xwe ji dest dan û Yilmaz Elmascan ê di êrîşa DAIŞ’ê ya di 10’ê Cotmeha 2016’an de li Enqerê jiyana ji dest da yên li Goristana Navçeya Pirsûsê, şevê din ji aliyê kesên nasnemeyên wan ne diyar ve rastî êrîşê hatin û hatin hilwaşandin.
Êrîşkaran kevirên goran şikandin û hilweşandin.