WAN - Li Wanê, deriyê sînor ê Kapikoyê, ji bo debarê çavkaniyeke mezin e. Lê belê li vî deriyî ne lawaboyek heye henî ji bo vehesandinê parkek heye. Lê belê, heta niha ji bo vî deriyî 8 caran hatiye gotin ku "hatiye modernîzekirin." Rêwiyên li ber derî ketine doreke dûdirêj, çopên li derdorê nîşan dan û gotin rewşa derî ev e.
Li Wanê, deriyê sînor ê Karakoyê ku ji bo çûyûna Îranê hat vekirin bi 100 milyon lîreyî hatibû çêkirin. 13 sal in, 8 caran merasîma vekirinê ji bo vî deriyî hatiye lidarxistin. Di her vekirinê de jî tê gotin derî "hatiye modernîzekirin". Lê belê, li vî deriyî ne lawaboyek heye û ne jî ji bo vehesandinê parkek heye. Ji bo debara bajêr, ev derî deriyeke girîng e û rojê 8 saetan vekirî ye. Rêwî di dema çûn hatinê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
NAYÊ PAQIJKIRIN
Cemîl Seven ku li ber derî di dorê de sekiniye got: "Pirsgirêk pir in. Em bi saetan li vir disekinin. Pirsgirêka sereke, pirsgirêka tuwaletê ye. Nahêlin em têkevin hundur. Rojê bi hezaran kes di vî deriyî re diçin û tên. Lê belê lawaboyek jî lê tune ye. Mirov, diçin li der û dorê deestava xwe dikin. Ev der tu carî nehatiye paqijkirin, li her derî çop hene."
Ekrem Ozer jî çopên li derdorê nîşan da û got: "Li vir derdor qet nayê paqijkirin. Malên xirabe li vir tên rijandin û avêtin. Ev derî bi 100 milyonî hat çêkirin, lê lawaboyek û devereke ji bo vehesandinê çênekirin. Divê rayedar mudaxileyî vir bikin."
'EM JÎ HEYIRÎN'
Farûk Gulmez j, diyar kir ku bi saetan ew li derve li ber sermayê disekinin û got: "Ji bo destavê cihek jî tune ye. Devereke vehesandinê jî tune ye. Êdî em jî heyirî ne."
MA / Fazil Elçi