AMED - Hayat Guler, ku 49 roj in kurê wî di greva birçîbûnê de ye, got: "Wê ev agir me hemûyan bişewitîne." Guler, ji bo şikandina tecrîdê bang li malbatên girtiyan hemûyan kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji 8'ê Mijdara 2018'an ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî 315 girtî di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê Veysel Guler e. Gule, ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.
Dayik Guler, diyar kir ku kurê wê berê jî 45 rojan ketiye greva birçîbûnê. Guler, diyar kir ku hefteya borî ew çûne girtîgehê. Guler, bilêv kir ku kurê wê û herdu hevalên wî yên di greva birçîbûnê de zihîf bûne, lê belê moralê baş bûye. Guler got: "Gotin 'Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya êe dewam bike. An wê tecrîd bişikê an jî em ê bimirin."
‘BAR DIKEVE SER MILÊ MALBATAN'
Guler, bilêv kir ku ji bo daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe, nexasim bareke mezin dikeve ser milê malbatên girtiyan. Guler got: "Bêdengiya gel, ji bêdengiya dewletê bêtir min diêşîne. Qey gel ditirse, ez jî nizanim. Herkes li cihê xwe rûniştiye. Wê ev agir me hemûyan bişewitîne. Eger em bişewitin em ê bi hev re bişewitin. Ji ber kurê min ketiye grevê, ez ê tenê neşewitim. Em dibêjin bila mirin çênebe. Wexta ji girtîgehê cenaze derkevin, wê tu qîmeteke serîrakirinê nemîne. Hîn pir bi derengî neketiye, divê em rabin ser piya."
BANG LI DAYIKÊN GIRTIYAN KIR
Guler, bang li dayikên girtiya kir û got: "Ev rûmet tenê ne ya girtiya ye, rûmeta me hemûya ye. Ji bo xwe neketine greva birçîbûnê. Ji bo tecrîd bê şikandin ketin greva birçîbûnê. Divê em mil bidin milê hevdu û tecrîdê bişikînin. Werin em jî biçin Enqereyê, li ber meclîsê têkevin greva birçîbûnê."