QERS - AKP-MHP'ê li Qers û Îdirê îtifaq çêkir. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariay Qersê Ayhan Bîlgen, vê îtifaqê wekî "mikurhatina li neçariyê" nirxand û got: "Qers û Îdir ên gelên li vira ne. Wê hilbijartina li herdu bajaran bibe vîna jiyana bi hev re. Wê gelê me vê lîstikê pûç bike."
AKP-MHP'ê li Qers û Îdirê îtifaq çêkirin. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, vê yekê wekî "mikurhatina li neçariyê" nirxand û destnîşan kir ku wê gel vê lîstikê pûç bike.
'MIKURHATINA LI NEÇARIYÊ'
Bîlgen, ev îtifaq wekî "mikurhatina li neçariyê" şîrove kir. Bîlgen, destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên bajêr hene û yên bûne sedema van pirsgirêkan jî ev herdu partî ne. Bîlgen got: "Hay ji fen û fût û dolabên li vî bajarî hatin kirin hebûn. Lê belê tiştek nehat kirin. Ev sûc e û tê wateya parvekirina rantê. Heta niha çi anîbin serê vî bajarî wê ji niha û pê ve jî heman tiştî bikin. Kî vedikişe bila vekişe, kî ji bo me perçe bike lîstikan dilîze bila bilîze. Lê belê wê gelê Qersê di dema sindoqan de îtifaqa xwe çêbike û wê ev bibe îtifaqa rasteqîn a gel. Li vî bajarî nasnameyên cuda, çandên cuda hene. Wê di sindoqê de vîna jiyana bi hev re derkeve holê."
'QERS Û ÎDIR ÊN GELÊN LI VIRA YE'
Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê bang li AKP û MHP'ê kiribû û gotibû: "Namzetên xwe bikin yek. Em ê jî piştgiriyê bidin wan." Bîlgen, ji bo vê yek jî destnîşan kir ku careke din derketiye holê ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke muxalefetê heye. Bîlgen got: "Texlîtkirina îktîdarê, dubarekirina tirsên îktîdarê, bi refleksên HDP'ê nîzkatiya ji bo HDP'ê, arat nîşan dide ku ev mikurhatin e ku nikarin tu alternatîfekê çêbiin. Tirkiyeyê dikin qurbanê siyaseta berberîbûnê û partiyên muxalefetê jî li ser vê dezgehê cih digirin. Qers û Îdir, bajarên gelên li vir in. Wê hilbijartina li herdu bajaran jî bibe vîna jiyana bi hev re. Çi dikin bila bikin, lîstika wan çi dibe bila bibe wê gelê me vê lîstikê pûç bike. Wê li vê erdnîgariyê kurd, tirk, azerî, terekeme û tirkmen bi hev re bijîn û wê mîrateya dîrokî veguherînin dewlemendiyekê."
'WÊ GELÊ QERSÊ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE'
Bîlgen, bal kişand ser antîpropagandaya der barê wan de tê kirin jî û got: "A ku ew ji hezkirina ji bo welat fêm dikin ew e ku welat tût û rût bikin, bajar talan bikin û bajar veguherînin çopgehê. Ger ev heza ji bo welat be, belê em ê vê heza welat bidin ber lêpirsînê. Lê em dizanin ku hesabê vî zimanê nefretê û cihêkariyê û vê texrîbatê nayê pirsîn. Tu gotineke wan a ji bo pêşerojê tune ye. Jixwe eyan û beyan e ku AKP'ê çi aniye serê bajêr. Bi sedan mirov ji bo partiya xwe xebitîne, bêyî di şaredariyê de bixebitin meaş digirin. Divê hesabê vê bidin. Wê gel, li dijî vê helwwesta xwe nîşan bide. Dibe di 31'ê Adarê de qedera Qersê biguhere. Li Qersê di 1'Ê Gulanê de bi sedhezaran karker hatine gel hev. Qers xwedî mîrateyeke wiha ye. Divê em nîşanî herkesî bidin ku dê ev mîrate berbayî vê talanê nekeve."
MA / Adnan Bilen