AMED - Esnaf Remzî Uşen ku di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de zirar kir, ji bo zirara wî bê dayîn serî li Walîtiya Amedê dabû. Lê belê walîtiyê serlêdana wî red kir. Li ser vê Uşen doz vekir, lê di dozê de bi 2 hezar û 500 lîreyî deyndar derket.
Di dema qedexeya derketina derve ya di 28'ê Kanûna 2015'an de li Sûra Amedê hat îlankirin, gelek esnaf dikanên xwe girtin. Ji van esnafan Remzî Uşen ji bo zirara wî bê dayîn serî li Walîtiya Amedê dabû. Lê belê walîtiyê serlêdana wî red kir.
'2 HEZAR Û 500 LÎRE DEYNDAR DERKET'
Piştî walîtiyê serlêdan qebûl nekir, Uşen serî li dadgehê da. Dadgehê, biryar da ku 115 lîre û 17 qurîş zirara esnaf bê dayîn. Her wiha dadgehê biryar da ku divê esnaf 280 lîre û 85 qurîş heqê darizandinê, 170 lîre û 70 qurîş heqê îstinafê û 2 hezar û 180 lîre jî heqê wekaletê bide. Wê esnaf 115 lîre 17 qurîş tazmînatê bistîne, lê belê wê 2 hezar û 500 lîre jî heqê dadgehê bide.
Uşen, di 23'yê Kanûna 2016'an de serî li kidûriyeta Şaxa Karên Hiqûqî ya Walîtiya Amedê da. Lê belê walîtiyê bi hinceta Uşen belge nedane, serlêdana wî qebûl nekir. Li ser vê Uşen ji bo 3 hezar lîre tazmînata maddî û 10 hezar jî tazmînata manewî serî li Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê da.
Dadgehê serlêdana Uşen qebûl kir û diyar kir ku divê 115 lîre û 17 qurîş tazmînat bê dayîn. Her wiha dadgehê 2 hezar û 500 lîre heqê dosyeya dozê jî li Uşen bar kir.
MA/ Aydin Altay