ENQERE - Rojnameger û Nûçegîhana Arti Gerçek ya Enqereyê Derya Okatan ku duh hat binçavkirin hat berdan.
Nûçegîhana Arti Gerçekê ya Enqereyê Rojnameger Derya Okatan, duh sibehê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Derya Okatan a bi hinceta parvekirên xwe yên li ser medya civakî hate binçavkirin, piştî ku li Muduriyeta Polîsan a Enqereyê Îfadeya wê hat gitin serbest hat berdan. Derya, herî dawî wêneyê Merve Demîrcî ya ku ji aliyê polîs ve bi destdirêjiyê re rûbirû hatibû hiştin kişandibû.