AMED - Partiyên kurd, li Amedê protokola hilbijartinê îmze kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got: “Di 31’ê Adarê de wê serkeftin ya me be.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li Navenda KDP-T a li Amedê bi nûnerên partiyên Kurd re der barê tifaqa hilbijartinê de protokol îmze kirin.
Bûldan di civîna protokolê de got: “Ji bo hilbijartina 31’ê Adara 2019’an, me yekîtiya xwe pêk aniye. Ez niha spasiyên xwe li hemû partiyan dikim ên ku ev protokol îmze kiriye. Li ser me zext û zilmeke mezin heye lê ev hilbijartin ji bo me, gelekî girîng in. Armanca me ev e ku em hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine peywirdarkirin, bi dest bixin û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bikin.
Ez dixwazim diyar bikim ku vê gava me, wê tevkariyê li yekîtiya neteweyî jî bike. Em gelekî kêfxweş in ku a niha dîmenekî wisa derketiye holê. Em bawer in sînerjiya li vê derê, wê bandora xwe li rojavayê Tirkiyeyê jî bike. Wê demê em ê karibin di warê yekîtiya neteweyî de sînerjiyeke mezin pêk bînin. Ji bo serkeftinê em ketine vê rêyê. Bila rêya me hemûyan vekirîbe.”