MÊRDÎN / ŞIRNEX - HDP'ê li herêma Botanê lez daye xebatên hilbijartinê. Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk di vekirina buroya hilbijartinê ya li Kerboranê axivî û got: "Lazim e em dersa kesên îpotek danîne ser îradeya gel bidin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de xebatên xwe didomîne.
KERBORAN
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbiajrtina 31'ê Adarê de li navçeya Kerboranê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Kerboranê Ahmet Încî û Mevlude Çelebî, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, rêveberên HDP'ê û gelek welatî beşdar bûn. Beriya vekirina buroyê konvoya wesayîtan li navçeyê tur avê û welatiyan bi coşek mezin HDP'yan pêşwazî kir. Pişt re HDP'yî derbasî Taxa Bahçebaşi bûn û buroya hilbijartinê vekirin.
TURK: DIVÊ EM DERSA WAN BIDIN WAN
Namzetên Hevşaredariya Kerboranê Mevlude Çelebî û Ahmet Încî kurte axaftin kirin. Pişt re Namzetê Hevşaredariya Mêrdînê Ahemt Turk axivî û got: "Kerboran navçeyek me ya ku her tim li gel têkoşîna azadiyê cih girtiye. Ji bo me xwedî girîngiyek xwe ya dîrokî heye. Bedelên emzin da û eşên mezin kişand. Tu demê ji têkoşîna demokrasiyê tawîz neda. Wê gelê navçeyê li dijî polîtîkaya zextan di sindokan de îradeya xwe deyne holê. Em di serdemek bêhiqûq û bêedalet de derbas dibin. Lê nikarin îradeya gel teslîm bigirin. Ji bo em siyaseta qeyûman red bikin divê em biçin ser sindoqan. Em ê xwedî li sindokên xwe derkevin. Lazim e em dersa kesên îpotek danîne ser îradeya gel bidin."
NAMZETÊN DEŞTADARÊ DAN NASÎN
HDP'ê li Bajarokê Deştadarê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê jî ji bo Namzetên Hevşaredariya Bajarok Asya Arslan û Mehmet Ballicak bernmayea danasînê li dar xist. Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr û gelek rêveberen HDP'ê û welatî beşdarî bernameyê bûn. HDP'yî bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand. Parlamenter Îmîr axivî û 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. Îmîr bal kişand ser grevên birçîbûnê û got divê di her warî de xwedî li çalakgeran derkeve û rizgariya ji aloziyan bi rakirina tecrîdê mimkin e.
Pişt re namzetên hevşaredariya Deştdarê Arslan û Ballicak axivîn û soza qewirandina qeyûm dan. Bername bi govend gerandinê bi dawî bû.
LI SILOPIYA ESNAF ZIYARET KIRIN
HDP'ê li navçeya Silopiya Şirnexê jî lez daye xebatên hilbijartinê. Namzetên Hevşaredariya Silopiya Suleyman Şavluk û Adalet Fîdan û rêveberên HDP'ê esnafên navçeyê ziyaret kirin. Esnafan eleqeyek bi kêfxweşî nîşanî namzetan da û soza dê çareseriyê ji pirsgirêkên esnafan re bê dîtin hat dayîn.