AMED -Cenazeyê Murat Çelîk ê di serdegirtina malê de li Amedê jiyana xwe ji dest da, ligel ku hat teşhîskirin jî, 4 rojin cenaze nadin malbatê. Birayê Çelîk Firat Çelîk jî di sala 2016’an de li Sûrê hatibû kuştin.
Li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê di 3’yê Mijdarê de polîsan avêt ser mala Murat Çelîk û di avêtina ser malê de Çelîk kuştin, polîsek mir û 9 jî birîndar bûn. Cenazeyê Murat Çelîk ê berî 4 rojan jiyana xwe ji dest da, li Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê rawestandin. Ligel ku cenaze hat teşhîskirin jî nadin malbatê. Malbata Çelîk ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin, serî li Serdozgeriya Komarê da.
Di serdegirtina mala Çelîk de 3 zarok û hevjîna wî Asya Çelîk jî hatin binçavkirin. Asya Çelîk hîna dibin çavandeye û her roj zaroka wê ya 11 mehî Semanur ji bo şîr vexwe tînin gel dayîka wê.
BIRAYÊ WÎ JÎ LI SÛRÊ HAT KUŞTIN
Biyarê Murat Çelîk Firat Çelîk (Xebat Andok) ê YPS’î di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê 103’an rojan di Sûrê de ma. Piştî daxuyaniya operasyon qediyaye û şûn de di 10’ê Adara 2016’an hat îdîakirin ku bi 8 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Murat Çelîk beşdarî bernameyekê dibe û têkildarî jiyana û zarokatiya birayê xwe diaxive û dibêje wî çarekê li Sûrê ew dît. Çelîk, di heman hevpeyvîna de, diyar dike ku wî bi destên xwe cenazeyê birayê xwe yê hatî îşkencekirin şûştiye û defin kiriye.