Rêxistinên Tenduristiyê: Em xizmetek bi zimanê dayikê diparêz in

  • rojane
  • 14:54 21 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Rêxistin û saziyên tenduristiyê yên Amedê bi civînekê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin ew xizmetek wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê dayikê diparêz in.  
 
Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Dransazan a Amedê, Şaxa Sendîkaya Xizmeta Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê, Derûnnasên Mezopotamyayê û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHU-DER) a Amedê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya Odeya Bijîşkan civîn çapemeniyê li dar xistin û nûnerên saziyan beşdar bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amede Orhan Îlim xwend û daxuyaniya tirkî jî rêvebera SHU-DER'ê Esra Îpek xwend. 
 
Îlîm da zanîn ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî mafekî rewa ye û got: "Wekî ku tê zanîn bi armanca xurtkirina feraseta pirzimanî, pirçandî û lihevhatina navneteweyî UNESCO’yê ji sala 1999’an vir ve 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirandiye. Ziman bi tenê ne amûra derbirînê ye di heman demê de naverok û wateya peyvê jî diyar dike. Gel bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya çandî li ser piyan digrin û pêş ve dibin. Her wiha mirov jî bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya takekesî rave dikin û hest û ramanên xwe tînin zimên. Ziman rasterast bandorê li ser çawanî û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike. Hevfêmkirina di pêwendiya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de bandoreke mezin li ser çawanî û encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye."
 
'EM XIZMETEK BÊPERE Û BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIPARÊZ IN' 
 
Îlîm anî ziman ku ji bona xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn û wiha dewam kir: "Mixabin li Tirkiyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin. Zimanê tirkî li ser hemû kesan hatiye ferzkirin û rê li ber bikaranîna zimanên dîtir girtiye. Gava em peywira xwe tînin cih tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cudatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bona anamnezeke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bête danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye) bipeyîve. Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkiliya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û kulên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bona gelek xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî hilde tu hincet navê. (Herçiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna Tirkiyê li ber çavan were girtin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn. Di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin." 
 
Îlim diyar kir ku ew wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin û got: "Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibîne." 
 
Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû. 

Sernavên din

25/02/2019
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN
08:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 108'emîn de didome
22/02/2019
19:48 Alayên li avahiya HDP'ê hatin şewitandin
19:42 Der barê 4 partiyên kurdî de doza girtinê
18:10 TJA û HDP'ê starta 8'ê Adarê dan
16:36 Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir
16:12 Di danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletî de kes nehat berdan
16:11 Serokê Baroya Amedê: Em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
15:27 'Em ê qeyûman di sindoqan de veşêrin'
14:49 Li 62 girtîgehan 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne
14:45 Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin
14:19 Serlêdana malbatan û parêzeran a Îmraliyê hat redkirin
14:00 QSD`ê hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin.
13:35 Girtiyên di grevê de ne: Hêvî û baweriya me gelekî mezin e
13:02 Di doza Komkujiya Enqereyê de berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê tune hat hesibandin
12:45 ÎHD: Divê polîsê êrîşa zayendî pêk anî bê cezakirin
12:10 Merve Demîrel: Fikarên min derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de, hene
11:15 Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
10:41 Serokê Odeya Rêberê Turîstan: Em ji operasyona muhtemel a Sûriye bi fikar in
10:30 Berî ku nasnameyê tespît bikin dosye girtin
10:04 Êrîşî gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqerê de jiyana xwe ji destan dan, kirin
09:38 Ji Behra Reş heta Amedê du diyariyên watedar
09:37 5 kesên li Serê Kaniyê îstîsmara zayendî li zarokekê kirin hatin girtin
09:20 Girtiyên Doza Nisêbînê hatin derbkirin
09:19 Heta di vî deriyê 'modern' re derbas dibin perîşan dibin
09:17 Togrûl: Wê li Dîlokê dewra şaredariya rantê ya AKP'î bi dawî bibe
09:16 'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
09:15 Xwişka girtiyê di greva birçîbûnê de: Birayê min ji bo min bû cihê hêviyê
09:15 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wê ev agir me hemiyan bişewitîne
09:14 Bîlgen: Wê Qersî lîstikê wan pûç bikin
09:14 Doza tazmînatê kir, lê dadgehê ew deyndar derxist!
09:00 Rojnameger Derya Okatan hat berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN
08:05 Berxwedana Leyla Guven di roja 107'an de berdewam dike
21/02/2019
21:39 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat berdan
20:51 Li Dêrazorê êrîşeke bombeyî: 15 sivîl jiyana xwe ji dest dan
18:53 Partiyên kurd ji bo îtifaqê protokol îmze kirin
17:11 Der barê Hatîp Dîcle de biryara girtinê
16:35 Turk: Em ê dersa kesên îradeya me îpotek kirine bidin
16:25 Huda Kaya: Em jî dibêjin haydê meydan
15:56 Welatiyên Derya Reş Guven ziyaret kirin: Emê daxwaza wê ji gelê xwe re vebêjin