NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Cîhanê, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û wiha hat gotin: “Ji bo ku zimanên zikmakî û çandên cuda azad bijîn û pêş bikevin, divê hemû astengiyên qanûnî û qedexeyên heyî bên rakirin. Zimanê zikmakî mafe, nayê asteng kirin.”
Di serî de li Amed, Wan, Edene û Îzmîrê li gelek bajar û navçeyan, partî, komele, sazî û dezgehên cuda bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Cîhanê, daxuyanî û peyamên girtîng hatin dayîn. Zimanê zikmakî mafe, nayê asteng kirin. Ziman tenê amûrê danûstandinê nîne. Di heman demê xwedî girîngiyek dîrokî, pêşxistina hafizetaya civakî û avakirina pêşerojê ye.”
‘EMÊ VÎ WELATÎ VEGUHERÎNIN BAXÇEYÊ ZIMANAN’
Di daxuyaniyan de ev peyam hatin dayîn: “Zimanê sedemê jiyan û hebûna me ye. Xwedî derketina zilam xwedî derketina hebûna xwe ye. Dixwazin ku ev welet bibe girtîgeha zimanan û gora zimanan. Bi qedexeyan, înkar û zordestiyê dixwazin zimanê me tune bikin. Îro li dijî van hemûyan, ala têkoşînê di destê me deye û emê tu carî vê alê li erdê nexin. Li dijî înkar û pişaftinê roj roja bilindkirina têkoşînê ye. Emê destûr nedin ku ev welat bibe girtîgeh û gora zimanan. Emê vî welatî veguherînin baxçeyê zimanan.”