AMED – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek pîrozbahiyê weşand û bang li hemû jinên kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û rojê pîroz kir û bang li jinan kir ku xwedî li zimanê dayika xwe derkevin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman yek ji van nirxan e. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayînde bikin. Dewletên dagirker dema dixwazin nateweyek ji holê rakin berî her tİştî ziman, çand û kevneşopiya gelan qedexe dikin.
Gelê kurd di jiyana dîroka xwe de bi dagirkerî û mêtîngerî re rû bi rû maye. Çiqas dek û dolab hene yekem li hember Kurdî hatiye bi karanîn, pişt re li hember gele kurd. Ji bo asîmilekirina gelê kurd her cûreyê hovane hatiye bi karanîn.
Li Kurdîstanê zimanê kurdî zimanekî qedîme, îro gelê kurd ku gihîştiye vî merhaleyê bi xêra parastina zimanê xwe û dewlemendiya zimanê xwe bûye, yanî neteweya kurd deyndarê zimanê xwe ye.
Em wekî Platforma Yekitiya Jinên Kurd; roja zimanê zikmakî ya cîhanê pîroz dikin. Û em bangî hemû kurdan û hemû jinan dikin ku xwe bikurdî bihûnin, biaxifin, bixwînin, binivîsinin. Ziman bi şermezarkirinê û bi pîrozkirina rojekê nayê parastin. Ziman di çavikê laşê me de destpê bike û di hemû jiyana me de be dê ziman were parastin.”