MEXMÛR - Xwendekar û Mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi boneya Roja Zimanê Dayikê bi dirûşmeya, "Zimanê me rûmeta me ye, em rûmeta xwe biparêzin" Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin.
Xwendekar û Mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi boneya Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi dirûşmeya "Zimanê me rûmeta me ye, em rûmeta xwe biparêzin" bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin. Daxuyanî li deriyê Parka şehîd Zehra Penaberan bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di daxuyaniyê alên Rêberê PKK'ê Abdullah, KCK, PKK, YJA/STAR û pankartên "Zimanê me rûmeta me ye" bilind kirin Endamê komîteya Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) Şîmal Ûnver daxuyanî xwend. Ûnver, anî ziman ku Zimanê mirov bedana mirove û wiha got: "Divê em li benda xwe xwedî derbikevin û bedew bikin. Ji ber qeyranên desthilatdarî û sermayedariyê ji nîvî zêdetir zimanên civakan di metirsiya tinebûnê dene. Ji ber vê çendê Cıvata Giştî ya UNECCO ( Rêxistana Perwerde, zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî) ji bo parastina zimanê dayîkê di 1999’an de roja 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayîkê Ya Nevneteweyî” pejiran diye. Cara yekem di sala 2000’an de hat pîroz kirin û ji wê rojê ve pîroz kirina vê rojê berdewame. Tevî vê jî, Neteweyên Yekbûyî liv ê biryara parastina Zimanê Dayîkê xwedî derneketine her wiha ti neteweyên cîhanê jî xwedîderketinek rast ji bo parastina hinek sîstem û desthilatdariyan, zimanê gelek civakan yê dayîkê dibin metirsiya tinebînê de ne."
'GER KU ZAROKÊN MIN NIKARIBIN FÊRÎ ZIMANÊ XWE BIBIN ÇI WATEYA JIYANÊ HEYE?'
Ûnver, astengiyên li pêş perwerdehiya ziman jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Belê; mişextiya sê milyon Kurd, dagirtina zindanan ji kesayetên azadîxwaz û demakrat, serdehatinên hovane yên dagirkeriyê, ger ne nîjadkujî be, çiye? Bi dehan mîratên dîrokî yên ku dibin bendavan de mane çanda me ne, lê dibin avê de tên hiştin. Ger ez nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî baxivim, ger zarokên min nikaribin fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? Em weke Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku bi salane bûne parêzvanê zimanê dayîkê, roja zimanê dayîkê di destpêkê de li mîmarê tekoşîna azadiyê Rêber Apo, têkoşerên azadiyê, xemxwerên zimanê dayîkê, gelê Kurdê bi şeref û zarokên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî pîroz dikin."
Daxuyanî bi diruşmeyên "Zimanê me rûmeta meye, em rûmeta xwe biparêzin", "Zimanê me hebûna meye" û ‘Zimanê me nasmameya me ye" bi dawî bû.