AMED – Dayika Yazgul Şahîn a 28 rojin li girtîgehê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Zehra Şahîn, diyar kir ku nikare xwarin bixwe û got: “Parî di qirika min de dimînin. Ger wisa bidome, ezê jî dest bi greva birçîbûnê bikim.
Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakrin li girtîgehan hat destpê kirin berdewam dike. Yazgul Şahîn a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, 28 rojin di greva birçîbûnê de ye. Şahîn di 28’ê Gulana 2016’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama îxbarekê de hat binçavkirin û piştî hat girtin û şûnde sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin. Şahîn dûre sîrgûnê Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê hat kirin. Şahîn a di vê navberê de doza wê bi dawî bû, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dayika Yazgul Şahîn Zehra Şahîn, derbarê çalakiya keça xwe de axivî û wiha got: “Girtî ji bo daxwazek mirovî dest li dora berxwedana greva birçîbûnê kom bûne. Cezayê ragihandinê ji bo keça min hatiye dayîn. Herî dawî me di 26’ê Çile de hevdîtina telefonê kir. Di dema hevdîtinê de, keça min ji min re got ‘Moralê me başe. Heya ku daxwazên me yên qebûl kirin, demê çalakiya xwe berdewam bikin.’ Em dinava fikaran dene. Keça min di dema hevdîtinê de ji min re gotibû, reyedarên girtîgehê hevaleke wan a jin a di greva birçîbûnê de, îşkence kirin û kirin hucreya yek kesî.”
‘DIVÊ DAXWAZÊN WAN BÊNQEBÛL KIRIN’
Şahîn, anî ziman ku serê wê bi çalakiya keça wê bilinde û wiha got: “Ger tecrîda li ser Ocalan rabe, dê aştî û hizûr were. Em Leyla Guven û hemû girtiyên li girtîgehan bedena xwe ji birçîbûnê re razandine silav dikim. Hemû zarokên minin. Dilê min ji bo hemûyan lê dide. Ez çavên hemûyan maç dikim. Daxwazên wan daxwazên birûmet ên Kurdane. Di rêya rast dene. Ji ber ku xwedê jî dibêje ‘Li hemberî zilmê bêdeng nemînin.’ Ên ku li ser vê rêyê li ber xwe didin, şopdarên heqîqetêne û tişta dixwazin pir zelale. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Dibêjin ‘em wekhevin.’ Gelo ev wekheviyek çawane?”
'PARÎ DI QIRIKA MIN DE DIMÎNIN'
Şahîn, da zanîn ku ji roja keça wan dest bi greva birçîbûnê kirî ve, li malê parî di qirika wan dimîne û wiha bilêv kir: “Her ku ez xwarinê amade dikim, du sê saetan difikirim. Gelek caran bîr dikim ku nan û avê binim ser sifrê. Em li ser sifrê rûdinin, lê parî di qirika me de dimînin. Zarokên me di girtîgehan de birçîne. Ev ji bo dayîkekê pir zor û zehmete. Lê sekna wan a bi biryar bi bi hêz dike. Serê min bi keça min bilinde. Ew tu carî tiştekê şaş nake.”
‘BILA PIŞTGIRIYÊ NEDIN ERDOGAN’
Dayik Şahîn, destnîşan kir ku derbarê rewşa girtiyan de tu agahî tuneye û banga hestiyariyê kir: “Ji ber vê fikarên me hene. Welatên Ewropa, bi rastî jî ger mafê mirov û demokrasiyê diparêzin, wê demê bila ji bo vê berxwedanê dengê xwe derbixin. Divê zilm û tecrîda li Tirkiyeyê heyî bibînin. Ger ew jî naxwazin bibin hevkarê vê zilmê divê Tirkiyeyê dibin rawestandin. Bila vê zilmê bi dawî bikin û piştgiriyê nedin Erdogan.”
‘NEBIN HEVKARÊN ZILMÊ’
Bavê Şahîn Cemîl Şahîn jî, da zanîn ku ji ber ku CPT’ê peywira xwe bi cih ne anî, ev berxwedana li dijî tecrîdê derket holê û wiha axivî: “Ger CPT erka xwe bi anibûya cih, îro zarokên me ne digreva birçîbûnê debûn. Em bang li CPT’ê dikin ku demildest erka xwe bi cih bîne. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê dene, krîtîke. Berî ku rewşek neyînî derbikeve holê, divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin.”
MA / Esra Solîn Dal