AMED - Mamosteyê zimanê kurdî Abdurrahman Bakir got heke mirovek bi zimanê xwe nizanibe ji bin bindestiya derûniyê dernakeve. Mamoste Îbrahîm Halîl Taş jî anî ziman ku gotinên "cudahiyên me dewlemendiya me ye" yên hikumetê ji bilî derewiyê ne tiştekî din e.
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve hat îlankirin her sal li gelek welatan bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin û saziyên ziman balê dikişînin ser zimanên di bin talûkeya tune kirinê de. Kurd jî her sal di vê rojê de li dijî asîmelekirina zimanê xwe bi çalakiyên girseyî li dij derdikevin. Ji bo zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê daxwazên xwe tînin ziman. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Kurdî ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo zimanê kurdî zindî bihêle û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê derkeve li gel derfetên xwe kêm jî kursên zimanê kurdî dide.
‘KIRMANCKÎ DI BIN TALÛKEYÊ DE YE'
Hevseroka MED- DER'ê Mîne Karakaş diyar kir ku armanca wan ew e li dijî asîmîlasyona li ser zimanê kurdî zimanê kurdî biparêzin û bi pêş ve bibin dixebitin. Karakaş bi bîr xist ku zaravayê kirmanckî yê kurdî beriya niha UNESCO wek zimanê di bin xetereyê de diyar kiribû û ji bo zaravayê kirmanckî xebatên wan ên taybet hene. Karakaş anî ziman ku armanca wan mezin ew e zimanê kurdî di jiyana rojane de serdest bikin û ji bo zimanê kurdî ji bin talûkeyê rizgar bikin bi şev û roj dixebitin.
‘TU DEMÊ NIKARE XWE JI DERÛNIYA BINDESTIYÊ RIZGAR BIKE'
Mamosteyê zimanê kurdî Abdurrahman Bakir jî bi bîr xist ku xebatên wan ên ziman bi salan ku di bin banê KURDÎ-DER'ê de pêk anîn bandorek erênî li ser civakê kir û bi hezaran kurd di warê ziman de têgihandin. Bakir da zanîn ku piştî girtina KURDÎ-DER'ê jî ji xebatên ziman gav paş ve ne avêtin û got: "Civakek bêziman, bêhuner û bêwêje nabe. Hêmana karektera mirov dike mirov zimanê dayikê ye. Mirovek ji zimanê dayika xwe dûr wek mirovek nîvcoyî ye. Mirovek bêzimanê xwe nikare ji dinyayê fêm bike û dê her tim fikirê wî/wê kêm be. Tu demê nikare xwe ji bin derûniya bindestiyê rizgar bike. Bi salan min vê yekê dît û ev bû tecrûbeya min."
‘HÊVÎ GIRÊDANA BI DEWLETÊ BÊFÊDE YE'
Hevserokê Komeleya Ehmedê Xanî ya bi KHK'ê hat girtin û mamosteyê zimanê kurmancî Îbrahîm Halîl Taş got li şûna Komeleya Ehmedê Xanî niha kursa Quranê ya bi navê "Abdulgafur" hatiye vekirin. Taş bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo civakê û wiha got: "Ji bo azadkirina zimanê xwe em her tiştî bikin. Em nikarin li benda luksa asîmîlasyonê ya dewletê bisekinin. Helwesta dewletê pir zelal e. Mirova nikare bêje ku tiştek erênî dide civaka kurd. Bi dijminahî nêzî zimanê kurdî dibe. Hêvî girêdana bi dewletê ve bêsûd e. Dewlet di her warî de dixwaze zarok û civaka kurd asîmîle bike. Lê ev em bi helwestek netewî êdî ji vê re bêjin bes e û em xwedî li zimanê xwe derkevin."
'DEWLEMENDIYA ME ZIMANÊ ME YE'
Taş destnîşan kir ku li her welatê demokratîk gelek girîngiyê didin her zimanî û got: "Li van welatên demokratîk ji bo ziman bên jiyîn polîtîkayên wan taybet hene. Lê dema em li Tirkiyeyê dinêhirin, berevajî vêyekê dibînin. Tişta ku netewan ji hev cuda dihêle zimanê wan e. Nasîna nasnameya kurd di qebûlkirina zimanê kurdî de derbas dibe. Hikumet bi gotinên 'cudahiyên me dewlemendiya me ye' derewên mezin dike. Heke cudahiya me welêt dewlemend bike jî ew jî bi saya zimanê me ye."
MA / Lezgîn Akdenîz - Bîlal Guldem