TEKIRDAG - Hat zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, ziyeratvanên girtiyan di wesayîtên ringan de dibin nava girtîgehê.
Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, ziyaretvanên girtiyan, ji ber deriyê girtîgehê digirin û wan di wesayîtên ringan de dibin beşa hevdîtinê. Xizmên girtiyan, diyar kirin ku wan li ringên ji sê beşan pêk tên siwar dikin û heya nava girtîgehê dibin. Xizmên girtiyan, destnîşan kirin ku ji meha Tîrmehê ve vê pêkanînên, pêk tînin.