ŞIRNEX - Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya Basa Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç, diyar kirin ku ewê pergala axatiyê ya 29 salan bi jinan re biguherînin û gotin: “Em ê pergala axatiyê ya di şaredariyê de hatiye avakirin biguherînin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Basa ya Şirnexê di hilbijartina herêmî ya sala 2014’an de, bi ferqeke 43 dengan şaredarî winda kir û ev 29 salin şaredarî bi rêveberiyek yek kesî tê birêve birin. HDP, ji bo ku vê pergala yek kesî biguhertine, di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, Zîlan Ecevît û Mehmet Emîn Kiliç weke namzetên hevşarederiya Basa diyar kirin.
HDP BI ÎDÎA YE
Navçeya Basa ya dikeve dinavbera Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê de, di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an HDP bi navberek vekirî di pêş de bû û di 6 mehên dawî de jî bi sedan leşker û cedevan ji bo deng bidin, li bajêr hatin bicih kirin.
Basa xwedî binyadek çiya û newalane. Dikeve pêşberî çiyayê Gabarê û aboriya xwe xwe dispêre sewalkarî û çotkariyê. Gelek welatiyên bajêr a nesîbê xwe ji krîza aborî girt, ji ber ku derfetên kar nabînin, neçar dimînin ku koçî bajarên metropolan bikin. 27 gund û bajarokên Basa hene û şaredariya wê jî ev 29 salin dibin serwerdiya “Axa Biho” Bahattîn Aktug ê AKP’î deye. Şardariyê, bi salane bajêr ji aborî û xizmetên civakî bêpar iştiye. HDP ji bo ku pergala axaftiya 29 salan biguherîne û bi her awayî xizmetên civakî birêve bibe, bi îdîaya ku di vê hilbijartinê de bi ser bikeve û şaredariya bajêr derbasî HDP’ê bibe.
‘PIRSGIRÊKA HARÎ MEZIN BINESAZIYE'
Namzeta Hevşaredariya HDP’ê Zîlan Ecevît 25 saliye. Dema 3 salî bû, gundê wan hat hilweşandin û malbata wê neçar ma koçî Cizîrê bike. Ecevît a li Cizîrê dijî, Beşa Zîraetê ya Zanîngeha Egeyê xwendiye. Ecevît ku di demek nêzî de xebatên jinan ên HDP’ê birêve bir û bi awayekê aktîf beşdarî siyasetê bû. Ecevît, diyar kir ku ew bawer dikin ku dê qezenc bikin û wiha axivî: “Navçeyekê ku 29 salin ji aliyê kesekê ve tê birêvebirin, lê tu ferza navçeyê ji ya gundan tuneye. Heta niha tu xizmetek cîdî ji bo navçeyê nehatiye kirin û pirsgirêka herî mezin jî binesaziya navçeyê ye.”
‘JIN GUHERTINÊ DIXWAZIN’
Ecevît, anî ziman ku jinên li navçeyê dijîn mehkûmê malê hatine kirin û wiha got: “Ji bo jinan heya niha xebatek jî nehatiye kirin. Li navçeyê hişmendiyek desthilatdar serwere. Ev jî ji ber rêveberî di destê yek kesî deye. Li vê derê jin dibin zextan dene. Em mal bi mal digerin û hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Jin jî me bi kelecaniyek gerim pêşwezî dikin. Ji ber vê em bi hêvîne. Di serî de jin guhertinê dixwazin. Ji ber ku jin tên perçiqandin.”
‘EM Ê DESTPÊKÊ NAVENDA PIŞTEVANIYA JINAN AVA BIKIN'
Ecevît, bal kişand ser projeyên dê li navçeyê pêk bînin û wiha bilêv kir: “Çawan ku em hilbijartinê qezenc bikin, emê dest bi xebatan bikin. Emê destpêkê navendên piştevaniya jinan ava bikin. Ji bo ku jin di qada aboriyê de bi hêz bibin, emê qadên îstîhdamê vekin. Em xwezaya Basa bi turîzmê bidin qezenc kirin û jin dê di vê qadê de, projeyên hevpar derbixin holê. Emê daxwazên gel guhdar bikin û pêşniyarên gel esas bigirin. Emê bi vê ferasetê tevbigerin. Ji ber vê emê bi jinan re vê rêveberiyê biguherînin.”
KILIÇ: XIZMET TENÊ JI BO BEŞEKÊ CIVAKÊ TÊ KIRIN
Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Emîn Kiliç jî, ji gundê Çobankizi yê navçeyê ye. Kiliç ê ji bo perwerdeya olî diçe Sûriyeyê, dema vedigera gundê xwe, dibîne ku gundê wan hatiye valekirin. Kiliç ji ber vê li gundê Suskê ya navçeya Dihê ya Sêrtê bi cih dibe. Kiliç ê bavê 4 zarokan, di sala 2002’yan de li navçeyekê Amedê bi cih dibe. Kiliç, bernameya olî di Televîzyaona Ozur Gun a bi KHK’ê di sala 2011’an de pêşkêş dikir. Kiliç ê li navçeyê weke “Mele Emîn” jî tê naskirin, diyar kir ku li vê derê pergala axatiyê heye û wiha axivî: “Şaredarî tenê xizmeta beşekê civakê dike. Welatiyên din bi awayekê wekhev ji xizmetên şaredariyê feydê nagirin.”
'GEL JÎ NE MEMNÛNE’
Kiliç, da zanîn ku gel jî ji vê rewşê ne memnûne û wiha got: “Li navçeyê, berê alternatîfek cîdî derneketiye holê. Feraseta di rêveberiyê de, tim zext li gel kiriye û heya niha nebûye mijara guhertinê. Êdî tehemula gel jî ji pirsgirêkên li navçeyê heyîn re nemaye. Ji bo guhertina vê pergalê, gel jî mîna me difikere. Em bawer dikin ku vê carê dê ev pergal biguhere.”
MA / Berîvan Altan