AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku ziman hebûna gelan e û ev roj li hemû gelan pîroz kirin. TJA wiha got: "Ji bo tecrita li ser ziman bişkê; hemû kadan û jiyanê bikin berxwedana ji bo zimanê zikmakî."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA, di daxuyaniyê de diyar kir ku Îro roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye û wiha got: "Ziman hebûna gelan e, ziman rih û tekoşîna gelan ya yekem e. Ji wê sedeme ye ku dagirker tunekirina gelen ji kedexekirina ziman destpê dikin. Roja zimanê zikmakî ya cîhanê ku bi berxwedana gelan hatiye îlankirin em pîroz dikin."
TJA, bal kişand ser pergala Tirkiye ya li dijî çand û ziman û wiha cih da daxuyaniyê. "Wekî tê zanîn li Tirkiyê pergala hovane hemû derbeyên leşkeri yekem li dijî ziman kirin lê heta roja îro nikaribûn ziman tunebikin. Jinên kurd li dijî givaştinê, bi zimanên kurdîstanî re berxwedana parastina ziman bê navber didomîne. Li dijî derbeyên tekoşî. Ji dema derbaya faşist 12 îlonê bigire heta îro ya AKP-MHP ji bo zimanê xwe bi dehsalan di zindanê de li berxwedan. Di dadgegan de doza KCK’ê berdêla peyva ‘ez livir im’ 5 sal dan û bi vê berxwedanê di dadgehan de parastina bi zimanê zikmakî dan qebûlkirin. Ji wan Leyla Guven û nêzî 400 hewalê wê di roja 106’emîn di greva birçîbûnê de ye, bedenên xwe li dijî tecrîtê dihilînin."
TJA, herî dawî da zanîn ku wekî Tevgera Jînên Azad li dijî bişaftinê bang dikin ku ziman bi rojekê nayê parastin û wiha bi dawî kir: "Ji bo tecrita li ser ziman bişkê; hemû kadan û jiyanê bikin berxwedana ji bo zimanê zikmakî. Bi kurdî biaxifin bi kurdî bixînin, bi kurdî bijîn, tecrîtê bişkînin ku bi sedan çalekwanên greve birçîbûnê bi ziman re bijîn û bidin jiyandin."