AMED – Weqfa Mezopotamya ya ku bi xebatên xwe kurdî tê zanîn û “Rêbera Rastnivîsînê” çap kir, 21’ê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê pîroz kir û got hemû ziman mîrateya mirovahiyê ye.
Weqfa Mezopotamya ya ji bo zimanê kurdî gelek xebatan birêve dibe bi rasthatina 21’ê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Weqfa Mezopotamyayê wiha ye:
“Weqfa me ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bikurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bê-jeyan hebû. Di vê çarçoveyê da di bin banê weqfa me da, di sala 2015an da Komxebata Kurmancîyê hat avakirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser zimanî didomînin.
XEBATA EWIL RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ YE
Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, kurdîya kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Ji ber vê yekê me serê ewil xebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da pêşîya xwe û piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir û wekî pirtûk çap kir.
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em vê xebata xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibêjin, hemû ziman mîrateya mirovahîyê ye. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.”