DERSIM - Gelê Dersimê, qeyûmê hatiye tayînkirin wekî "dagirker" pênase kirin û diyar kirin ku ew li benda 31'ê Adarê ne ku dawî li vê rewşê bînin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin, hevşaredar Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl hatin girtin. Lê belê, gelê Dersimê destnîşan kirin ku ji bo ew dawî li vê rewşê bînin, li benda 31'ê Adarê ne.
‘PÊŞÎ BILA HESABÊ QEYÛM BIDIN'
İbrahim Arslan (80): Qeyûm qet nebaş e, alîgir e. AKP'î ye. Kî bibe endamê AKP'ê, wn dixe kar. Çima qeyûm tayînî Dersimê kirin. Pêşî bila hesabê wî bidin. Xebatên qeyûm ne xema me ne. Jixwe çi kiribe jî ji mecbûrî kiriye, bi xêra xwe nekiriye. Jixwe şareadrî xizmet e. Mecbûr in bikin.
Zeki Baga: Qeyûm, li dijî demokrasiyê ye. Divê şaredar bi dengê gel bên hilbijartin. Divê bi hilbijartinê bên û bi hilbijartinê biçin. Tayînkirina qeyûm ne tiştekî rast e. Xizmetên wî jî hene. Lê belê wekî min got, ji bo demokrasiyê ne tiştekî rast e. Ger li deverekê demokrasî hebe, tayînkirin ne rast e.
Hatice Akkartal: Kî dibe bila bibe divê bixebite. Ev der herêmeke kurda ye. Loma dixwazim kurd bi ser bikevin. Dengek min heye û ez ê vî dengî jî bidim nûnerên gelê xwe.
Çiçek Konak (75): Qeyûm, yek ziman, yek ol, yek netew e. Piştî ku vîna min nehesibandin, çi bikim ji xebatên wî. Dersim cihê kurd û elewiya ye. Dixwazim nûnerên wê jî kurd û elewî bin. Dersim a kurda ye, divê kurd bi ser bikevin.
Veli Yildirim: Ji bo min qeyûm, dagirker e. Şaredariya Dersimê di dest dagirkeran de ye. Pêdiviya şaredariyê bi xwediyê wê heye. Tu xizmeteke cuda ya qeyûm tune ye. Çêkirina du piran ne xizmet e. Dersim ne bajarekî tarî ye. Belaheq gelek ronî û apûl pê ve kirin. Jixwe tişta tê kirin jî ji bêrîka gel dertê.
‘ÎRO HEYE, SIBÊ TUNE YE'
Mithat Konak: Qeyûm, zilm e. Tu tişt nekiriye. Daliqandina çend ampûlan û çêkirina du parqan, ne xizmet e. Dersim a gel e. Qeyûm îro heye, sibê tune ye. Qeyûm bi xebatên xwe polîtîkaya asîmlasiyonê didomîne. Tenê du park çêkirine. Û çend wêne bi jinên extiyar re lişandine. Li Dersimê, tu şansekî qeyûm tune ye.
Gunel Kuhak: Cara ewil e ku ez ê dengê xwe bi kar bînim. Niha min tam biryara xwe nedaye. Dizanim, qeyûm bi dengê gel nehatiye hilbijartin, hatiye tayînkirin. Ev ne tiştekî demokratîk e. Tercîha min a ewil HDP ye."
MA / Semra Turan