BÛRSA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîdê tune ye û gotin: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li gelek girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.
Li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, Salîh Koyûn û Mîthat Tûnç ku li dijî tecrîdê di grevê de ne, destnîşan kirin ku heta tecrîd ji holê ranebe wê çalakiya wan dewam bike.
'KÊFXWEŞ IM Û MORALÊ MIN XURT E'
Salîh Koyûn ku ji 28'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku ji ber di pêvajoyeke wisa de ew ketiye greva birçîbûnê pir kêfxweş, aram e û moralê wî xurt e.
Koyûn, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê tune ye û got: "Ev tecrîda derî hiqûqê, wijdanê gel diêşîne. Li hemberî vê diviya ez bêdeng nemînim û ji bo bibim dengê çalakiya heval Leyla, min dest bi greva birçîbûnê kir." Koyûn, anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wî dewam bike û got: "Ez helwesta gelê me silav dikim. Ji bo bibim layiqê vê hewldan û helwestê, ez ê tim tev bigerim."
'DIVÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÊ BILINDKIRIN'
Mîthat Tûnç jî ku ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye got: "Rewşa min baş e, moralê min xurt e. Tecrîd, sûc e. Bi tecrîda li Îmraliyê hemû gel tên tecrîdkirin. Ji bo tecrîd ji holê rabe û ji bo aştî û demokrasî mayînde bibin ketim greva birçîbûnê. Heta tecrîd neyê rakirin û pêvajoyeke hiqûqî û mirovî dest pê neke wê çalakiya min a greva birçîbûnê dewam bike."
Tûnç, diyar kir ku ew gelê xwe yê dibe dengê berxwedana li zindanan silav dike û ji herkesî xwest ku têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bê bilindkirin.