ENQERE - Mûstafa Kartal ku di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê ketibû greva birçîbûnê, ji bo Leyla Guven û çalakiya wê ya greva birçîbûnê got: "Wexta kes bi nirxên xwe û bîrdoziya xwe re dibe yek, êdî ew beden ji 'ez'bûnê derdikeve, ji bo pêşeroja civakiyî dijî."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji 8'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li gelek girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger didome.
Mûstafa Kartal ku di dema 12'ê Îlonê de ji endamtiya Devrîmcî Yolê hat girtin, li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê tevî gelek girtiyan ket greva birçîbûnê. Kartal, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guuvenê û wateya wê nirxand.
‘WEKÎ DIN TU ŞANSÊ ME TUNE BÛ'
Kartal, bilêv kir ku li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê bi her awayî îşkence, ferzkirina bênasnameyîbûnê, tepisandin û yektîpî hebû. Kartal, destnîşan kir ku li dijî van ferzkirina tenê rêyek ber wan hebû û got: "Di wan şertan de ya te yê nasnameya xwe, kesayetî û helwesta xwe ya siyasî înkar bikirana, an tu yê teslîm bibûna an jî te yê helwesteke birûmet nîşan bidana û bimirana. Wekî din tu şansê me tune bû."
Kartal, diyar kir ku wê demê li Mamak, Amed û Metrîsê pêkanînên derî mirovahiyê hebûn. Kartal, destnîşan kir ku bi taybetî li Girtîgeha Amedê, li dijî van pêkanînan berxwedaneke mezin çêbû. Kartal got: "Têkoşîna li wir, hêz li hêza me zêde kir."
Kartal, sedema greva birçîbûnê ya wê demê wiha vegot: "Di şertên girtîgehê de ku teslîmiyet dihat ferzkirin em avêtin bin bîrê. An em ê di wê bîrê de tune bibûna an jî em ê derketana. An em ê bimirana an jî me yê bi awayekî serbilind li ber xwe bidana. Di pêvajoyeke bi vî rengî de dengê dirûşmeyên jinan dihatin guhê me. Ew tava ku di tarîtiya bîrê de dixuya, dirûşmeyên jinan bûn. Di şertên bi vî rengî de me dest bi greva birçîbûnê kir."
DI ROJA 32'YAN DE DEST BI ROJIYA MIRINÊ KIRIN
Kartal, anî ziman ku di roja ewil a grevê de zext û zoriyên tund dest pê kirin û wan di roja 32'yan de çalakiya xwe veguherandiya çalakiya rojiya mirinê.
'12'Ê ÎLONÊ DIDOME'
Kartal, bilêv kir ku ji wê rojê heta niha mekanîzmaya 12'ê Îlonê dijwartir bûye û got: "Qaşo demokrasî heye, lê belê hemû tişt di destên kesekî de ne. Li Tirkiyeyê, piştî 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmehê de darbeyeke din hat kirin. Ev darbe ne kêmî ya 12'ê Îlonê bû."
'TECRÎD, ENCAMA KOMPLOYA NAVDEWLETÎ YE'
Kartal, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, encama komploya navdewletî ye. Kartal got: "Çimkî Abdullah Ocalan, li Rojhilata Navîn ji bo siyaseta çepgir, ji bo muxalefeta civakiyî û gelên bindest paradîgmayek afirand. Lê belê, feraseta ekolojîk, civaka demokratîk û sosyalîszmê li hesabê hinan nehat."
‘KESÊN DIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ JI BO PÊŞEROJA CIVAKIYÎ DIJÎN'
Kartal, ji bo grevên birçîbûnê û kesên dikevin grevên birçîbûnê got: "Wexta kes bi nirxên xwe û bîrdoziya xwe re dibe yek, êdî ew beden ji 'ez'bûnê derdikeve, ji bo pêşeroja civakiyî dijî. Birêz Leyla Guven, di pêvajoyeke wisa de bi nirxên xwe, bîrdoziya xwe û rêbertiya xwe bûye yek û li dijî tecrîda li ser rêberê xwe û ji bo çareseriyê bedena xwe daye ber birçîbûnê."
'BÊYÎ OCALAN NE PÊKAN E'
Her wiha Kartal got: "Li Tirkiye û Rojhilata Navîn, bêyî Ocalan ne di warê abor, ne di warê siyasî û ne jî di warê civakiyî de tu guherîn ne pêkan in."
Kartalî bilêv kir ku ji ber vê mîsyonê divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û got: "Kesên li dijî tecrîdê bedena xwe didin ber mirinê, ev tê wateya ku ew kes bi nirxên xwe re dibin yek. Ev helwest û nêzîkatiyeke rast e."
Kartal, destnîşan kir ku di vî warî de nexasim berpirsiyarî û peywir dikeve ser milê çepgir, soyaslîst û muxalifan. Kartal, an, ziman ku divê ev pêvajo baş bê fêmkirin û helwest li gor wê bin û divê daxwaza Leyla Guven û girtiyan bê bilêvkirin.