WAN - Seyhan Kûrt ku li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê tevî 10 hevalên xwe 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, bang li herkesî kir ku ji bo azadiya Ocalan bibin li dor çalakiyê bibin xelek û got: "Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 106 roj in ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ye. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tekirdagê jî Seyhan Kûrt tevî 10 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye. Kûrt, destnîşan kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya wan dewam bike.
‘DIVÊ EM XELEKEKE JI AGIR ÇÊBIKIN'
Kûrt ku 67 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi telefonê li bavê xwe Levent Kûrt geriya. Kûrt, di peyama xwe de bilêv kir ku çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin çalakiyeke mezin e û her diçe berbelav dibe. Kûrt got: "Çalakiyeke mezin û dîrokî dest pê kir. Armanca me şikandina tecrîdê ye. Şikandina tecrîdê ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e. Tecrîd û azadiya Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê girêdayî hev in. Loma kesên hebûna xwe li ser şer saz dikin, tecrîdê didomînin. Armanca me jî şikandina vê tecrîdê ye. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike."
‘LI DOR ÇALAKIYÊ BIBIN XELEK'
ûrt, destnîşan kir ku divê pêşî gelê kurd û bi giştî jî hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz li dor çalakiyê bibin xelek û got: "Divê cihêkariya ji nav me ji holê bê rakirin û bi awayekî giştî em li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî li dor vê çalakiyê bibin xelek."
‘MORALÊ ME XURT E, EM BIHÊZ IN Û EM Ê BI SER BIKEVIN'
Kûrt, diyar kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya wan dewam bike û got: "Wê çalakiya me dewam bike. Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin. Daxwaza me ew e ku gelê me li dor vê çalakiyê bibe xelek û xwedî lê derkeve. Ger gel xwedî li vê çalakiyê derkeve wê tecrîda li ser Serok bê şikandin. Loma divê gelê me çawa roja Serok hat girtin li ber xwe da, divê niha jî bi heman berxwedanê xwedî li vê çalakiyê derkeve."
Kûrt, bilêv kir ku têkşikandina tecrîdê wê bi xwe re azadiyê jî bîne û got: "Wexta tecrîd bê şikandin tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jî wê azadî çêbibe. Wê aştî, azadî û demokrasî bê. Moralê me pir xurt e. Em kesên li Rohilat, li Rojava û girtîgehan di greva birçîbûnê de ne silav dikin."
‘DIVÊ BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE'
Bav Levent Kûrt jî got: "Mixabin ev gel, ev qas sal e Birêz Ocalan li wir digire. Ev gaveke derengmayî ye. Ji bo telafîkirina vê yekê, piştgirya ji bo grevên birçîbûnê pir girîng e. Loma divê herkes bi berpirsiyarî tev bigere û berpirsiyariya xwe bi cih bîne."
MA / Mujdat Can