AMED - Bi hezaran sal e Baxçeyên Hevsela Amedê giyan dide derdora xwe. Li rexek Hevselê, Çemê Dîcle diherike û li rexekî wê jî bedenên Sûra Amedê hene. Navbera Dîcle û bedenên Sûrê bihûştek şînahiyê heye. Di her demsalê de xwezaya Baxçeyên Hevselê rengên xwe diguherîne. Bi hatina demsala payîzê re rengê zer, sor ên payîzê xwe didin nîşandan. Darên spîndaran hemû xweşikiya xwe radixin ber çavan. Pelên daran ên diweşin reng û bêhna payizê dide hîskirin. Li aliyekî ava Çemê Dîcleyê diherike û li aliyekî jî Baxçeyên Hevselê ku bi warê xwe malovaniyê ji her cûreyên çûkan û sewalan re dike. Bêhna xwezayê ku ji Hevselê li derdora belav dibe, bi destpêka hewa sar re jî teyr û tilûr jî bi dengek bilind ji vir bar dikin û ber bi cihên germ ve difirin.
MA / Bîlal Guldem