AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 105 roj in li dijî terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, ji 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê re peşam şand û ciwan silav kir. Guven di peyamê de got: "Ez bawerim ku hûn ciwan, dê bi têkoşîna xwe tecrîdê ji holê rakin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 105 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn re peyam şand. Guven ciwan silav kirin û diyar kir ku ew bawer dikin ku dê ciwan tecrîdê bişkînin.
Peyama Leyla Guven wiha ye:
"Gelên Rojhilata Navîn ên hêja û hevrêyên ciwan û delal,
Rûyên ronak ku li Rojava, têkoşîna şoreşê yên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi lehengî dimeşînin, merhaba... Her hevaleke/î ciwan û Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de baweriya xwe ya bihevre gihîştina serketinê dupat dikim.
GELÊN ROJHILATA NAVÎN BI TAYBETÎ CIWAN WÊ HESAB JI PERGALA ÎMRALIYÊ BPIPIRSIN
Wek hûn jî dizanin, Birêz Ocalan, bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Statuyek tayet a girtîgeha Îmraliyê heye û pergaleke ku dadmendiya hundirîn û dadmendiya gerdûnî jî li wir bê erk e û bê fonksiyon e. Ji aliyê kê ve tê rêvebirin ew jî ne zelal e. Bêguman di demên pêş de hinek mijar bi hinek aliyên xwe ve hîn zelaltir wê bibe. Ji xwe Birêz Ocalan, di nava 20 salan a dîlbûna xwe de vê pergalê bi hinek aliyên wê re eşkere kiriye û derxistiye holê. Di serî de ciwan, gelên Rojhilata Navîn, bi têkoşînek demokratîk re wê hesab ji vê rewşê wê bipirsin.
'PÊWÎSTIYA ME BI BIRÊZ OCALAN HEYE; EW TEMÎNATA AŞTIYA MAYINDE YE'
Hevrêyên ciwan ên delal; Birêz Ocalan, nasnameyeke polîtîk e. Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, baş dizanin ku Birêz Ocalan bi gotinên xwe ve û bi peyamên xwe ve rojeva gelên Rojhilata Navînê diyar dike; ji ber vê yekê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran pêk tînin û vê didomînin jî. Birêz Ocalan, di avakirina aştiyê de xwedî risteke girîng e. Û vê jî bi azmayîşên xwe yên teorîk û pratîkê bi zêdeyî peyîtandiye. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwanên Rojhilata Navîn, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê rastiyê haydar in; pêdiviya me bi Birêz Ocalan heye. Peyamên ku ji Birêz Ocalan wê bê, li Rojhilata Navînê wê bibin temînata aştiyek mayînde. Daxwaza min û daxwazên hevrêyên min, di demek kin de qedandina tecrîda girankirî ye. Xwesteka me, xwestekek hiquqî û rewa ye. Heke sererastkirina vê rewşê hewcedariya berdêldayînê jî hebe, em amade ne ku vê berdêlê jî bidin.
'BI HEVRÊYÊN CIWAN EM Ê HER TIM BI SER BIKEVIN'
Ciwanên delal; konferansa ku hûn li xaka Rojava ya hêja pêk tînin, watedar e û girîng e. Li xaka ku şoreş aj dide kombûyîna ciwanan, ez bawer im ku hemerkiyek baş wê biafirîne. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Hişyarî û asta bîreweriyê ku jin derxistine holê, bi pêşengiya jinên ciwan re ji gelên Rojhilata Navîn re wê bibe mînak.
Hevrêyên min; bi pêşengiya ciwanan gelên berxwedêr, heya dawiyê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê wê bimeşînin. Em, gelek caran di têkoşînên dijwar de serketî ne; ne hewceye ku li demên boriyê binêrin, bi tenê li serketina Kobanê binêrin bes e. Her û her eniyên têkoşînê ku gelan, bi pêşengiya ciwanan dane avakirin, serketî ye. Ez dixwazim bêjim ku bi baweriya me, vîna me û hêza ku me ji hevrêyên ciwan girtiyê re em ê dîsa berxwedana xwe bigihînin serketinê.
Dixwazim bêjim ku em rasteqîniya jiyana ku di oxira wê de dikarin bimirin dihelpînin û di vê oxirê de dikarin mirinê ji dil hembêz bikin jî. Hûn wek ciwan, di van rojên berxwedanê de ji bo şikandina tecrîdê, dizanim ku têkoşînê mezin bikin. Bi baweriya xwe ya serketinê re dîsa Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û dilên we yên şoreşger jî bi germahiya rêhevaltiyê hembêz dikim.