Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn

  • rojane
  • 09:51 6 Mijdar 2017
  • |
img

ŞIRNEX - Hin ciwanên li Cizîrê sîxuriyê li ser wan ferz dikin, diyar kirin ku hin kesên xwe wekî polîsên di yekîneyên îstixbaratê de xebatkar didin nasîn, aşkera kirine ku ew dê hin madeyên teqemeniyê û çekan temîn bikin, dê bi vana hin kesên li taxê ji bo çalakiyan îqna bikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê bi navê K.D., S.M. û L.A. û zarokê bi navê N.O., ku nexwestin navê xwe aşkera bikin, aşkera kirin ku hin kesên xwe wekî polîs didin nîşan, sîxûriyê li ser wan ferz dikin. Ciwanan da zanîn ku bi berdêla pere û betalkirina dozên der barê wan de, vê pêşniyarê ji wan re dikin, piştî demek dirêj bi rêya telefonê wan tacîz dikin, bi taybetî xizmên kesên di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane, hedef digirin. 
 
‘BI HINCETA DOZGERIYÊ AGAHIYÊN MIN GIRTIN’
 
K.D. aşkera kir ku sîxûrî li ser wî ferz kirine û da zanîn ku berê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" di girtîgehê de maye, di ketina bajêr de li noqteya lêgerînê polîs bi wî re ketiye têkiliyê û wiha axivî: "Bi hinceta 'der barê te de biryara girtinê heye' ez ji maşîneyê peya kirim. Ez birim pişt noqteya lêgerînê. Piştre hin polîsên cilên sivîl li wan bûn û ez wer digikirim ku ev yekîneyên îstixbaratê ne hatin. Min ji polîsan xwest ku belgeya girtinê ya der barê xwe de bibînim, lê gotin ku belge di rê de ye û heta belge bê em sohbet bikin. Bi hinceta dozgeriyê hemû agahiyên min girtin û piştre ez berdam."
 
BI BERDÊLA PERE SÎXÛRÎ
 
K.D. anî ziman ku piştî çend rojan polîsan bi telefonê li wî geriya ne û ev tişt got: "Xwestin em hev bibînin. Li ser telefonê otoparkek terîf kirin. Di hundurê otoparkê de xwestin ez li maşîneya bi marqeya Hilux sîwar bim. Dema ez lê sîwar bûm, ew jî bi maşîneyeke din hatin û li wê maşînê sîwar bûn. Şibekeyên maşînê bi banda reş girtî bû. Ew kesên cilên sivîl li wan bûn û gotin ku ew xebatkarên îstixbaratê ne, ez birim Miduryeta Şaxa Qaçaxçiyan. Bi berdêla pere sîxûrî li ser min ferz kirin. Diyar kirin ku ew dozên minên dewam dikin, dê bixin. Min qebûl nekir."
 
K.D. destnîşan kir ku piştre kesên hatine gel wî wêneyên wî kişandine û wiha pê de çû: "Vê carê xwestin bi delîlên sexte min binçav bikin. Bi rêya parvekirina wêneyên li ser medyaya civakî, xwestin şantajê bikin. Lê min dîsa qebûl nekir. Piştre bi maşîneyeke sivîl a cuda ez dîsa danîm heman otoparkê."
 
‘HIN KESÊN LI TAXÊ JI BO ÇALAKIYAN ÎQNA BIKE’
 
S.M. jî piştrast kir ku li heman noqteyê dest danîne ser telefona wî û yekîneyên taybet ew ji wir girtine, da zanîn ku polîsan agahiyên di rehbera wî de jî desteserkirine. S.M. derbirî ku polîsan agahiyên hevalên wî yên di medyaya civakî de jî xwestine, gelek caran bi telefonê li wî geriya ne û ev agahî da: "Me carekî bi polîsên cilên sivîl li ser wan bûn re li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hev dît. Xwestin ez hin kesên li taxa xwe bişopînim. Gotin ku em ê ji bo te hin madeyên teqemeniyê û çekan temîn bikin û divê ez hin kesan ji bo çalakiyê îqna bikim. Gotin ku 'Tu wan bi mezemeyan bîne cihê çalakiyê, tev li tiştekî nebe. Em ê hel bikin.' Lê min qebûl nekir."
 
'SİLAH DA GETİR DESELER KABUL ET’
 
Ciwanê bi navê L.A. jî anî ziman ku kesekî navê xwe wekî “Şeyhmus” daye nasîn, ew şopandiye û tiştên bi serê wî de derbas bûne wiha vegot: "Polîs hin kesên ku wekî milîsê PKK'ê bi min da nasîn, xwest ez bi wan re bikevim diyalogê. Got ku 'Ew ji te bixwzin ku tu çekan bînî bajêr qebûl bike. Em ê wê rojê bê pirsgirêk te ji noqteyê derbas bikin. Baweriya wan bigire. Lê her dem çûyîn û hatina agahiyan jî hîn be. Heta tev li çalakiyan jî bibe; lê bila agahiya me hebe.'"
 
‘PIŞTÎ MIN SÎXÛRÎ QEBÛL KIR EZ BERDAM’ 
 
Zarokê bi navê N.O. jî anî ziman ku polîs her dem bi telefonê wî tacîz dikin. Li ser vê bi malbata xwe re hevdîtinê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî malbata min bi dozger re hevdîtin pêk anî, dest ji min berdan. Dema min hişbir dikişand, polîsan ez girtim û piştî min sîxûrî qebûl kir wan ez berdam. Min demekî agahî da wan. Bi berdêla pere min hin agahî da wan. Lê piştî malbata min bihîst, serî li emyet û dozgeriyê dan. Ew polîsên ku her dem li min digeriyan, di carekê de hejmara wan hat girtin. Êdî bi ser min de nayên."
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2017
09:06 Li girtîgehê îronî jî qedexe ye
09:05 Qeyûmê Wanê biryara dadgehê nas nekir
09:04 Hevşaredar sal û nîvek şûnde derdikevin pêşberî dadger
09:04 Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê li Minbicê tevlîheviyê dike
09:00 ROJEVA 09'E MIJDARA 2017'AN
08/11/2017
17:41 Sayilgan nehat berdan: Rojnameger tên darizandin
17:13 Bahçelîevler, GOP û Sultanbeylî greva birçîbûnê dewr girtin
17:05 Rojnameger Ahmet Şik piştî 5 salan beraat kir
17:04 Gera HDP'ê îro li Bedlîs û navçeyên wê dewam kir
16:37 Hejmara kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin derket 21 kesan
16:30 Xwendekaran YOK şermezar kir: Em serî danînin
16:29 Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin
16:18 Li Çelê 4 kes hatin girtin
16:18 ÎHD'ê di Fûara Pirtûkan de cilên yek reng şermezar kir
15:33 Tevgera helikopteran li Şirnexê zêde bû
15:18 Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome
15:17 Cenazeyê 26 jinan di deryayê de hat dîtin
15:17 Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?
15:07 Di doza Mehmet Aytaş de biryar derket: Ceza daxistin 24 salan
14:51 3 kes li Yukselê hatin binçavkirin.
14:31 Rojnamegerên nûçeya mirinê çekirin ji xala 301’an tên darizandin
12:48 Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtin
Seferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin
12:39 5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne?
12:38 Di fabrîqeyê de teqîn pêk hat 5 karker mirin
12:37 HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî
12:11 'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin'
12:07 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
11:20 Jinek li Tekîrdagê birîndar bû
10:25 Di zîndana tarî de Şengal welidand û 8 mehan roj nedît
09:57 Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne
09:42 Nameya ji girtî re şandin bû delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:41 Wêneyên rojnamegeran kişandine kirin sûc
09:40 Kevirên goran kirin kevirên depoyê
09:40 Malên dîrokî ên Çelê tune dibin
09:38 Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû
09:37 ‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’
09:35 Dêra dîrokî bû goma sewalan
09:34 ‘Wê politîkaya ‘goştê erzan’ tenê karibe krîzê taloq bike’
09:33 Rastiya înfaza Ajokar Ceyhan piştrast dibe
09:32 Zarokan dikin qurbana qezenca zede
09:30 Midûriyeta polîsan kevirê goran ciwanên kurd diguherînin
09:27 Atolyeya Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê dest pê dike
09:25 Parêzer Kaplan: Rakirina krîza siyasî bi rakirina tecrîda li ser Ocalan pêkan e
09:24 ‘Di 11’ê Mijdarê de bi ruhê Newrozê em li Qada Îstasyonê bin’
09:00 ROJEVA 08'Ê MIJDARA 2017'AN
07/11/2017
18:25 Stenbol dê sibê çalakiya grevê dewrî komên din bike
17:03 QSD ê li Dêra zorê 17 km nêzî Iraqî bûye
16:01 Du dozên Yuksekdag kirin yek
15:58 Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye
15:43 'Heta Ocalan azad nebe gelê kurd û tirk azad nabe'
15:27 Hevjîna Murat Çelîk serbest hat berdan
15:10 4 demsal berxwedan
14:40 Çalakiya Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:19 Baluken: Mîna her carê dê berxwedêr bi ser bikevin
14:04 Kemalbay: Krîzeke aborî ya sergirtî heye
13:46 Kolberê 13 salî bi îşkencê kuştin
13:45 Di dosyaya Hayatin Sesî de dadgehê mutalaa xwest
13:30 20 salin ji bo Ocalan çalakiyan pêk tînin
13:21 5 xwendekar li Qersê hatin binçavkirin
12:53 Welatiyên Amedê: Ocalan biaxive dê aramî bê welat
12:36 Dervê welêt li Wekîlê HDP'ê Ayhan qedexe kirin
12:30 Hezan li înşeatekê pêk hat
12:30 Polîsên Iraqî ji DAIŞ'ê rizgar kirin bi 20 hezar dolarî firot malbata wê
12:25 Parêzerên Ocalan cara 702'yan serlêdan kirin
12:16 Hekîmên Amedê: Guh bidin qêrîna hawara bijîşkan
11:40 Di 20 mehan de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Bi pîcemayan sirgûn kirin
11:16 Saziya Îmraliyê bêdeng e, hakimê înfazê bê sedem daxwaz red kirin
10:35 Pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê vekişîn, tevlêbûna YBŞ’ê zêde bû
10:05 Ciwanên Minbicê tevlî Erkê Xweparastinê dibin
10:03 Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar paşve xist
09:31 Gundê 5 caran hat valakirin, li dijî koçberiyê li ber xwe didin
09:30 Trajediye ku nivîskarek nikaribe pirtûka xwe îmze bike
09:29 'Ji ber ku ez ji zarokan qut kirim, ez nikarim binvîsim'
09:28 Bi firandina dewlikan bextewariya vegerê jiyîn
09:27 Sayilgan piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
09:27 Qîma xwe bi kalekolan neanî niha dîwarên bi jîlêt ava dikin
09:26 Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide
09:00 ROJEVA 07'Ê MIJDARA 2017'AN
06/11/2017
16:58 Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî
16:31 Dadger biryara rawestandina darizandina parêzerên Gezî da
16:30 Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê
16:29 Karkerê 18 salî di înşaeta santrala termîkê de ket
15:34 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan bajar bi bajar belav dibin
14:14 Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:10 Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin
13:44 Barzanî razîye bûdçeyê çavkaniyên Herêma Kurdistanê teslîm bike
13:32 Leşker zarokê 5 salî kuşt
12:32 Îktîdar ket nava tirsa 27'ê Mijdarê
12:31 4 rojin cenazeyê Murat Çelîk nadin malbatê
11:28 'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye'
11:22 Ziyaretvanan bi ringê dibin girtîgehê
11:14 'Teqemeniyên ne teqiyayê tevlî kavilan dibin'
11:03 2 piştgiriyên Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
10:54 'Dê Kurdistanê ji Sûriyeyê dest pê bikin'
10:32 Li Baxçeyên Hevselê demsala payîzê
10:20 Bi operasyona Reqqayê 500 Êzidiyên dîl hatin azadkirin
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin