MÎDYAD - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mîdyadê Osman Demircî û Havva Balci, diyar kir ku ew dê feraseta kesên xwe "spî" dibînin hilweşînin û li Mîdyatê turîzma çand û baweriyan pêş bixin.
Rêxistina HDP'ê li Navçeya Mîdyadê ji bo di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariyê bi dest bixin ketin nava xebatek fireh. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mîdyadê, bi armanca ku vê carê di hilbijartinê de şaredariyê bi dest bixin xebatên xwe berfirehtir kirin. HDP ji bo şaredariyê ji destê AKP'ê derxe û bixe nava rêveberiyek demokratîk û reng û ruyên nemû nasnameyan bidin nîşan. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Mîdyadê Osman Demircî û Havva Balci, diyar kir ku ew dê feraseta kesên xwe "spî" dibînin hilweşînin û li Mîdyadê turîzma çand û baweriyan pêş bixin. Li navçeya ku nifûsa wê zêdeyî 113 hezar kes in, malovaniya dîrok, çand û gelek nasname û çandên cuda dikin. Bajarê ku niha malovaniya gelê kurd ereb, suryanî, êzîdî û mihelmiyan dike wekî mozaika bawerî û gelan e. Lê şaredariya AKP'ê li ser vê navçeyê yek ziman, yek çand û yek baweriyê ferz dike.
Namzeta Hevşaredariya Mîdyadê Havva Balci, diyar kir ku li navçeyê herî zêde nifûsa Mihelmî ne. Balcî ya 32 salî û dayika 3 zarokan e ji herêma Keferhuvarê ye. Balci ku beşa Têkiliyên Gel xwendiye û serdemekê mamostetî kiriye, di demek nezîk de di nava HDP'ê de cih digire. Balci, diyar kir ku jibo bibe denge gel û xizmeta gel bike HDP hilbijartiye û wiha got: "Ji gel bajar bi rêve bibe û bajareki azad ava bike, min HDP hilbijart. Em dema dest bi xebatê bikin emê cudahiyê nexin nava gelan û baweriyan. Her çand, nasname dê azad bi vîna xwe ya azad bijîn. Dê vîna gel li pêş be. Em dixwazin Mîdyadê li gorî çand, nasname, bîr û baweriya wê bi rêve bidin û hemû bawerî û rengên cuda bidin xuyakirin. Armanc ewe ku gel bibe xwedî vîn û biryar û her kes xwe di nava biryaran de bibîne. Gel bibe xwediyê şaredariyê."
'EM DÊ PÊŞENGIYÊ BIDIN KOOPERATİFÊN JINAN'
Balci, da zanîn ku ew dê Mîdyadê bikin majarê ku turîzma çand û baweriyan xurt bikin û wiha axivî. "Mîdyad navenda bawerî, çand û dirokê ye. Lê ev yek xuya nabe. Em dê vê nasnameya bajar bêtir bidin xuyakirin. Me li gorî vê yekê proje pêş xistin. Em dê berî her tiştî projeya bawerî, çand û rengan têxin meriyetê. Ji bo jinan jî projeyen me hene. Em dê kooperatîfên jinan ava bikin. Ji bo ku jin karibin bi xwe biryaran bidin û hilberînê pêş bixin, em dê navendên jiyanê yên jinan ava bikin. Bi taybetî li gundan em dê ji bo jinan kooperatifan pêş bixin."
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mîdyatê Osman Demîrcî jî ji gundê Enhilê ye. Demircî, heta lîseyê dibistan xwendiye û piştre li Swêdê xwendina xwe berdewam kiriye. Demirci, li Dîlokê xebata bazirganiyê kir û di 7'ê Hezîrana 2015'an de di nava xebatên hilbijartina giştî de cih girt. Demircî, anî ziman ku her çend bajar ne di deste qeyûmê de be jî feraseta şaredar ji ya qeyûm xerabtir e û wiha got: "Midyad, di cîhanê de bajarê herî rengîn û pir çand û bawerî ye. Li vir hemû nasname di nava hevde û bi hevre wekî xwişk û bira dijîn. Lê feraseta elîd û serdest bajar bi rêve dibe. Divê êdî gel xwe bi xwe bi rêve bibe û ji vê feraseta kesên 'Spî' xwe rizgar bike. Îro feraseta xwe spî dibîne şaredariyê bi rêve dibe û vîna gelê xizan ên ereb, kurd, suryan û êzîdî li ber çavan nayê girtin. Em de dawî li vê hişmendiyê bînin û em dê bibin dengê kesên xizan û nasnameyên cuda. Em dê li vir turîzma baweriyan pêş bixin. Em dê projeyên ku debara 300 - 500 malbatî pêk bîne ava bikin. Gelek dostên me yên Suryanî ku neçar mane koç bikin hene. Dostên me yên êzîdî hene. Em dê hewl bidin ku dîsa vegerin warên xwe. Em dê dîsa hewl bidin ku suryan, ereb û êzîdî di nava hevde li ser axa xwe bijîn."
MA / Ahmet Kanbal - Berivan Altan