AMED – Zimanzanên kurd ên ji çar parçayan û dîasporayê ku tên nasîn ji bo standartkirina zimanê zaravayê kurmancî yê kurdî konsensûs pêk anîn. Zimanzan ji bo yekîtiya ziman ava bikin 2 salan li ser vê yekê xebitîn û karek bêhempa kirin û pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin. Dê sibê ji raya giştî re bê aşkerekirin.
Yek ji rojeva girîng a gelê kurd ziman e. Ji bo parastina zimanê kurdî li gel sazî û dezgehên kurd, zimanzan û nivîskarên kurd jî xebatên bêhempa birêve dibin. Zimanzanên kurd mohra xwe li bin xebatek ango pêşketinek bo zaravayê kurmcanî yê zimanê kurdî xistin. Zimanzanên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dijîn hatin gel hev û ji bo standartkirina zimanê kurmancî gavek ewilî avêtin. Zimanzan di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de ji sala 2015’an ve li hev kom dibin û li ser standartkirina ziman komxebatan li dar xistin. Bi şev û roj li ser ziman xebitîn. Zimanzan û nivîskar Samî Tan, Zana Farqînî, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Şoreşvan Adil û Zulkuf Ergun li Amed, Mêrdîn û Stenbolê 7 civîn û bi dehan komxebat li dar xistin. Nîqaşên dûr û dirêj li ser zaravayê kurmancî kirin. Zimanzanan piştî nîqaş û pêşniyarên kirin di navbera xwe de konsensûs pêk anîn. Ev ji du salan bêtir bû zimanzan li ser vê xebatê disekinîn û bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” pirtûkek amade kirin û çap kirin.
XEBATEK EWIL E
Pirtûka rêber; xebatên termînolojî bi kaydeyê ku civaka kurd ji ziman raman û çalakiyê sûd werbigire û hemû civaka kurd di çarçoveya bernameyek hevpar de organîze bike hewceyî pê dît ku ziman bigîhîne standartek gramatîkal. Pirtûk di qada xwe de wek xebatek hêja ya ewilîn tê dîtin.
NAVEROKA PIRTÛKÊ DEWLEMEND E
Di nava vê xebata kolektîf de naverokek dewlemend jî heye. Ji alfabeyê bigire heta rêzimanî û ji navê navê navçe û bajarên Kurdistanê heta navên taybet û peyvên li gorî tîpan rast hatine nivîsînê, ji xalbendiyê bigire heta awayê rastnivîsînê û hemû peyv û navên şaş tên bilêvkirin cih digirin. Di vê pirtûkê de ziman anîne qaydeyên standart. Zimanzan û weqfê da zanîn ku ji bo kurmanciya standart ev gava ewilî ye. Dê hûrguliyên xebatê dewam bikin.
JI BO HEMÛ KURDAN E
Zimanzan didin diyar kirin ku dê ev pirtûk ji bo hemû kurdan derbasdar e û rêgezên hevpar standartîze bike û wek sazîbûnê digirin dest. Zimanzan bi vê standartkirinê re ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statûya fermî jî xebatan dikin. Her wiha ev zimanzan ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li her qadên jiyanê pê bê axaftin di nava hewldanan de ne. Zimanzan ji hemû sazî û dezgeh, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû kesên xwedî wezefeya pêşengiyê bi wan re heye li her deverê xebatan bi kurdî birêve bibin.
PIRTÛK SIBÊ TÊ EŞKEREKIRIN
Weqfa Mezopotamyayê dê bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Navnetewî pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" bi raya giştî re parve bike. Bi hezaran pirtûka hat çapkirin dê ev pirtûk ji hemû sazî û dezgehên kurdan ên li Tirkiyeyê, Bakûrê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îranê û Dîasporayê re bê şandin. Roja 25'ê sibatê jî zimanzan dê bi pêşengiya Weqfa Mezopotamyayê li otelekê bên gel hev û dê der barê xebatên xwe de biaxivin.
MA / Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz