ŞIRNEX - Malbata Mîkaîl Mûngan ê li Girtîheha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmayê 47 rojin di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku berî ku li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê tecrîd bê rakirin û got: “Bêdengiya me dê wan bikuje.”
Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li destpêkir, di roja 105'an de didome. Di heman demê de berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Guven li gelek girtîgehên Tirkiyeyê destpêkirin jî berdewam dikin û her ku diçe mezin dibin.
Yek ji van girtiyên beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûyî Mîkaîl Mûngan ê Girtîheha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirma ya Balikesîrê dimîneye. Mûngan ê di sala 2011’an de hat girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, di 5’ê Çelê de dest bi greva birçîbûnê kir. Malbata Mûngan a li Şirnexê dijîn, diyar kir ku kurê wan 47 rojin di greva birçîbûnê deye û ji bo daxwazên girtiyan bên bi cih anîn bang li raya giştî kirin.
'EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Dayika Mûngan Emîne Mûngan, anî ziman ku ji ber ku girtîgeh pir dure ev demek dirêje neçûne hevdîtina kurê xwe û wiha axivî: “Ez her kêlî girtiyên di greva birçîbûnê de difikirim. Hefteya çûyî me hevdîtina telefonê kir. Moralê kurê min di cih debû. Em dixwazin demildest daxwazên wan bên qebûl kirin. Em tenê aştiyê dixwazin.”
'TU FEYDEYA TIRSÊ TUNEYE'
Bav Mehmet Mûngan jî, darbarê çalakiya greva birçîbûnê ya kurê de ev peyam da: “Em li pişt zarokên xwene. Divê hemû cîhan xwedî wan derkevin. Çalakiya greva birçîbûnê wisan ne hêsane. Bêdengiya me dê wan bikuje. Divê em deng bidin çalakiya wan. Di hefteya derbasbûyî de me bi telefonê bi kurê xwe axivî. Moralê wî baş bû. Lê ji dengê wî diyar bû ku bêhal bû. Berî ku li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê tecrîd bê şikandin. Ger pêwîste be emê jî bikevin greva birçîbûnê. Tu feydeya tirsê tuneye.”