SEMSÛR - Li Semsûrê, komek dildar bi kampanayaya "bila zarok neqefilin", ji bo 800 zarokî kinc peyda kirin. Dildara komê Ebrû Taner got: "Diviya dewlet tiştên wisa bike, lê belê ji ber nake, em komek dildar ketin dewrê."
Li Semsûrê, komek dildar bi kampanayaya "bila zarok neqefilin", ji bo 800 zarokî kinc peyda kirin. Ji dildarên komê Ebrû Taner, anî ziman ku ew hewl didin pêdiviyên bi hezaran zarokî peyda bikin. Taner, diyar kir ku ew diçin gundan, pêdiviyên zarokan diyar dikin û paşê tiştên pêdivî pê heye digihînin zarokan.
‘BÊYÎ HÊZA SERMAYEYÊ'
Taner, bilêv kir ku bi piranî ew ji bo zarokan pêlav, qocik û amûrên dibistanê peyda dikin û ev proje ji aliyê çend dildaran ve hatiye destpêkirin. Taner, destnîşan kir ku projeya wan xwe naspêre tu komeke sermayeyê û bi temamî li ser esasên dildaryê tê kirin.
‘HIN JI ME KARKER, HIN JI ME XWENDEKAR IN'
Taner, anî ziman ku kesên di projeyê de cih digirin piranî karker û xwendekar in. Taner, bilêv kir ku gelek weqf û komeleyên xebatên alîkariyê dikin, xebatên xwe wekî lutfekê didin der, halbûkî qencî berpirsiyariyeke wijdanî ye. Taner, diyar kir ku ew û çend hevalên xwe derî bi derî digerin û got: "Hin hevalên me dema nexweş diekvin jî, ji bo ev xebat bi derengî nekevin dîsa tên. Hin jê dev ji karê xwe ber didin û tên. Yanî em bi awaykî tên cem hevdu. Ev ne tiştekî mecbûrî ye. Ev bi temamî xwe dispêre samîmiyet û wijdanê."
‘EM GIHAN BI SEDAN ZAROKÎ'
Taner ku got "xwezî pêdivî bi tiştên wisa tune bûne" diyar kir ku lê belê xebatên di vî warî de tên kirin jî kêm in. Taner, anî ziman ku li gundan bi sedan zarok bi pêlav û gorên qetandî diçin dibsitanê û gelek jê jî bêyî çente ne û ji dêvl açente bi kîsan diçin dibistanê. Taner got: "Diviya dewlet vê xebatê bike, lê belê ji ber nake em kesên dildar dikin." Taner, anî ziman ku wan heta niha xwe gihandiye bi sedan zarokî û heta ji destê wan bê ew ê xebata xwe bidomînin.
Zeynel Abîdîn Taner jî, destnîşan kir ku du sal berê dest bi vê projeyê kirine û di çarçoveya projeyê de heta niha wan pêdiviyên 800 zarokî peyda kiriye. Taner, bilêv kir ku heta ji destê wan tê ew xwe digihînin zarokan û got: "Bêyî hin kes di warê aborî de alîkariya me bikin, em vî karî dikin. Çavkaniyên me kêm in, lê dîsa jî em dikin." Taner, diyar kir ku di çarçoveya vê projeyê de ew tenê alîkariyê kom nakin, dildarên komê wêneyan çêdikin, amûrên diyariyê çêdikin û wan difiroşin û bi pereyê wan piştgiriya zarokan dikin.
Taner, destnîşan kir ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû zarokên xizan û got: "Hin kes li ser medyaya civakî peyaman dişînin. Lê belê di warê sazî û dezgehan de kes alîkariya me nake. Kesên li ser medyaya civakî peyam ji me re şandin jî sozê xw ebi cih neanîn." Taner, bilêv kir ku bi vê xebatê ew dixwazin ruhê piştevaniyê li civakê peyda bikin.